'Gilîkirin heye lê tiştek nayê kirin' 2026-07-31 09:07:17   Buşra Turan   AGIRÎ-Çavkaniyê ku îdiayên tiryak, tacîz, şantaj û çetebûnê yên der barê du lîseyên li Agiriyê de vegot da zanîn ku tevî serlêdanên tên kirin rêveberiya dibistanê tedbîran nagire.   Li Kurdistanê li dibistanên ku kirine alava şerê taybet, bê kontrolbûn roj bi roj pirsgirêkan giran dike. Yek ji bajarên ku li dora dibistanan çetebûn, tiryak û tundiya zayendî zêde bûye Agiriye.   Li Agiriyê îdiayên wekê li du lîseyan bikaranîna tiryak, çetebûn, destdirêjî û tundiya zayendî hatin rojevê û hat îdiakirin ku tevî serlêdan tên kirin rêveberiya dibistanê tu tiştekî nake.   ÇavkaniyekE ku ji ber ewlehiyê navê xwe negor tiştên hatine jiyîn ji JINNEWS’ê re vegot.   ‘Gilîkirin bê encam man’   Çavkaniyê  da zanîn ku li lîseyan tundî, bikaranîna madeyê, bûyerên tacîzê cidî nayên girtin û got: “Çetebûn pir zêde bûye. Li polan tiryak tê bikaranîn. Me bi dehan carî agahî da rêveberiya dibistanê. Xwendekarên tiryak li polê bikar dianîn wêne dikişandin û dı koma polê de parve dikirin. Tevî me ev wêne nîşanê midûr didan tiştek nedikir. Xwendekarekî ji wan min tacîz kir. Min ji rêveberiyê re got lê tiştek nekirin.”   ‘Tu tedbîr û kontrol tune ye’   Çavkaniyê daxuyakirin ku ji ber  bikaranîna tiryak, îdiayên tacîz û kêmasiya kontrolê xwe ewle hîs nakin û got di rojên ewil yên dibistanê de li tuwaletan xwîn hebûye û wiha got: “Me agahî da xebatkarên dibistanê. Xebatkaran got zarok ji ber xwendekarekê çûye. Piştî vê ambulans hat û carek din ew xwendekar nehat dibistanê. Li dora dibistanê bi aşkera tiryak tê firotin. Kontrol nayên kirin. Li ber dibistanê komên bi motor hene. Xwendekar ji van kesan tiryakê digirin. BI dehan carî ji rêveberiyê re hat gotin lê tu tiştek nehat kirin.”   Îdiyanê tehdîd û şantajê   Çavkaniyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li dibistanan ligel vê bûyerên tehdîd û şantajê jî pêk tên û bang kir ku divê mekanîzmayên parastinê yên der barê xwendekaran de bên xurtkirin. Çavkaniyê wiha got: “Sala borî xwendekarek hat tacîzirin û tehdîdkirin. Ji ber vê zextê întîxar kir. Demek dirêj hat dermankirin. Der barê van kesan de tiştek nehat kirin.”