Di lêpirsîna Gulîstan Doku de hejmara girtiyan derket 28’an 2026-08-02 20:46:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de Midûrê Asayîşê yê demî yê Dêrsîmê Ertugrul Aslan hat girtin. Di lêpirsînê de hejmara girtiyan derket 28’an.   Di çarçoveya lêpirsîna  ku Serdozgeriya Komarê ya Erzirom û Dêrsîmê der barê windabûna Gulîstan Doku  dabû destpêkirin de, di pêla 4’emîn a operasyonê de kesekî din hat girtin.   Çarçoveya lêpirsînê de  di 27’ê Tîrmehê de bi awayekî hevdem  li 16 bajaran operasyon hat kirin.   Kesên hatin binçavkirin kar û barê wan yên îfadeyê bi ast hat temamkirin.   Di çarçoveya lêpirsîna de Midûrê Asayîşê yê demî yê Dêrsîmê Ertugrul Aslan hat girtin. Di lêpirsînê de hejmara girtiyan derket 28’an.