Ji bo keça xwe Cîhan Bîlgîn stran çêkir
- 10:29 17 Kanûn 2025
- Rojane
Elfazi Toral-Derya Ren
STENBOL - Katibe Bîlgîn, ji bo keça xwe Cîhan Bîlgin a hat qetilkirin strana bi navê “Ji bîr nakim” çêkir.
Rojnameger Cîhan Bîlgîn bi Rojnameger Nazim Daştan re di 19'ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema şopandina nûçeyan de bi SÎHA'yên Tirkiyeyê hatin kuştin. Katibe Bîlgîn, ji bo keça xwe Cîhan Bîlgin a hat qetilkirin strana bi navê “Ji bîr nakim” çêkir.
Gotinên stranê wiha ne:
“Ji bîr nakim, ji bîr nakim
Çav xezala xwe ji bîr nakim
Dernakeve ji vî dilî
Heta serê min girêdin, deynin ser kevirî
Yadê nemayê min got bahar hat û lê bihar nabê
Yadê nemayê dilê min bûye gola xwînê
Yadê nemayê çavxezala min me gîha miradê
Li min nemayê
Cîhana min ciwan bû lê lê dayê
Dayikê hine li desta nekir
Lê lê dayê ez nemamê
Dayik kenek li bejnû balê nekir
Lê dayê li min nemayê
Wexta xezala min tê bîra mino
Êş dikeve serê min
Lê lê dayê
Dişewite kezeba mino lê lê dayê
Ne hekîm û ne doktora hênik nabê
Ji bîr nakim, çavxezalê
Ji bîr nakim bejin ziravê
Dernakeve ji vî dilî”







