Francesca Ghîrra: Perspektîfa Abdullah Ocalan dikare ji bo aştiyê bibe mînak

  • 09:03 20 Kanûn 2025
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Parlamentera Îtalyan Francesca Ghîrra  diyar kir ku Perspektîfa aştî û demokrasiyê ya Abdullah Ocalan dikare ji bo aştiyê bibe modelek global a mînak  û got vîzyona aştiyê divê li seranserê cîhanê esas bê girtin.
 
Li Îtalyayê li ser navê Tifaqa Keskan- Çep (Alleanza Verdi e Sinistra, AVS / Greens and Left Alliance), Parlamentera Meclîsa Nûnerên Îtalyayê (Camera dei Deputati)  Francesca Ghrîrra der barê pêvajoya aştî û civaka demokratîk û pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandin kir. Francesca Ghîrra perspektîfa aştiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd pêş xistiye wek modelek mînak nirxand û got dikare bibe hîmê aştiyê ya cîhanê.
 
‘Peyma Abdullah Ocalan girîng û xurt e’
 
Francesca Ghîrra der barê tecrîda li ser Abdullah Ocalan axivî û wiha got: “Peyama Birêz Ocalan girîng û xurt e. Tevî 26 sal e Abdullah Ocalan dibin tecrîdê de ye, hewldanên wî gelek bi nirxin. Di vê pêvajoya 12 mehan de ku hinek be jî  şert û mercên wî baş bûne, ez di meha kanûnê de hatim Stenbolê û min ji bo serdana girtîgeha Îmraliyê serlêdan kir. wê demê şertên serdanê ne pêkan bûn. Niha malbat hevdîtinan dike. Ya girîng ev e ku di mijara aştiyê de zelal e û berfirehe. Li her derê cîhanê şer tên kirin êş tên kişandin. Birêz Ocalan behsa aştî, demokrasî, ekolojî, femînîzm û sosyalîzmê dike. Ev tiştekî gelek başe. Ev nêzîkatî li seranserê cîhanê dikare bibe model.”
 
‘Gavek gelek girîng bû’
 
Francesca Ghîrra ku tevli merasîme şewitandina çekan a PKK’ê bû jî wiha anî ziman: “Gava PKK’ê gelek girîng bû. Piştî banga Birêz Ocalan biryara feshkirinê da û çek şewitandin. Ev biryar ji bo Tirkiyeyê gelek girîng bû. Ji bo Tirkiye û hemû desthilatdariyên cîhanê girînge. Ji bo jiyaneke demokratîk û aştiyane rê nîşan dide.”
 
‘Manîfesto riya çareseriyê ye’
 
Francesca Ghîrra balkişand ser Manîfestoya Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Îro li Ewropa û cîhanê krîzek mezin a demokrasiyê tê jiyîn. Rastgirî li her derê bilind dibe û biser dikeve. Mirov eleqeyê nîşanê siyastê nadin.. Ev pirsgirêkek girînge. Ji ber vê jî nêzîkatiya ku Birêz Ocalan daniye holê ne tenê ji bo gelê Kurd an jî gelê Tirkiyeyê, ji bo hemû cîhanê riya çareseriyê ye. Hêvîdarim ku hemû welat peyama Birêz Ocalan bişopînin û ji nûv e piştgirî bidin riya avakirina demorkasiyê. Ger ku perspektîfa aştiyê ya Birêz Ocalan daniye holê biketa jiyanê wê tu kesî warê xwe terk nekiriba.”
 
‘Perspektîf pêk bihata wê tu kesî axa xwe terk nekiriba’
 
Francesca Ghîrra li ser avakirina peyamaneke civakî ya alternatîf sekinî û wiha nirxandin kir: “Ji bo min civakek sosyalîst ya parvekirinê esas digire.îro cîhan wekê ku çavkanî qet naqedin dijîn. Lê ev ne raste. Divê em li hember xweza, hawirdor, sewalan û mafê mirovan rêzdar bin. Mijara koçberiyê girînge. Şer bandorek mezin li ser mirovan dikin. Mirov koçber dikin.Ger ku perspektîfa ku Abdullah Ocalan daniye holê pêk bihata wê tu kesî axa xwe terk nekiriba. Ewropa ji bo ewlehiya aştiyê hatibû avakirin. Li sr fikra jiyana bihev re, nirxên hepar û zanista hevpar hat avakirin. Lê îro em dinêrin Rojhilata Navîn di nav şer de ye û rola Ewropayê zêde ne xurte.”
 
‘Ewropa mîsyona xwe nayne cih’
 
Francesca Ghîrra li ser pênasekirina Abdullah Ocalan ya ‘kapîtalîzm ne krîzeke, nexweşiyeke ku mirovan tehdîd dike’ sekinî û  wiha dirêjî dayê: “Enternasyonalîzm dikare bibe fikrek pir girîng. Îro her kes xwe difikire û ji bo kesên din tiştek nayê kirin. Welat tenê ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin. Ewropa ji bo ewlehiya aştiyê hat avakirin. Lê em dinêrin mîsyona xwe nayne cih. Li dijî vê divê m bi hev tevbigerin. Ev ne tenê ji bo îro ji bo pêşrojê jî divê bê kirin.”
 
‘Rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de girînge’
 
Fancesca Ghîrra destnîşan kir ku rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de girînge û got nêrîna jinan cudaye û wiha got: “Ger jin hîn bêtir xurtbûna wê evqas zehmetir nebûna. Ji ber em ji mêran cudatir hêza xwe bi kar tînin. Jin aştîxwazin. Mîlîtarzîmê esas nagirin. Teşeyê rêveberkirina jinan cudaye. Ji ber vê jî divê perspektîfa femînîzmê ya birêz Ocalan û tevgera jinên Kurd ji aliyê cîhanê ve mînak bên girtin.  Min ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezareta dadê da. Ez dixwazim pê re hevdîtinê bikim û piştgiriya xwe bînim ziman. ya herî girîng jî divê divê azadiya wî pêk bê û riya azadiya wî bê vekirin. Daxwaza me ev e.”