Komîsyona Jinan a KNK’ê: Leyla Zana rûmeta gelê Kurd e

  • 13:17 23 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Jinan a KNK’ê, bi daxuyaniyek êrîşa li dijî Leyla Zana şermezar kir û got: “Leyla Zana rûmeta gelê Kurd e. Leyla Zana ne bi tenê ye!”
 
Nerazîbûnên li dijî êrîşa li hemberî siyasetmedara Kurd Leyla Zana didomin.  
 
Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li dijî êrîşa zayendperestî û qirêj li hemberî Leyla Zana, daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
Komîsyona Jinan a KNK’ê diyar kir ku êrîşa qirêj a li dijî îradeya jinên Kurd ku di şexsê Leyla Zana de pêk hat şermezar dikin û wiha hat gotin: “Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêvajoyeke kûr a guhertinê destpê kiriye. Nirxandina vê pêvajoyê li gorî berjewendiyên hevpar ên gel û jinan mimkun e; lê ji bo vê yekê îradeyeke çalak, bi biryar û avaker hewce ye. Berevajî wê, polîtîkayên dijber û helwestên sabotekirinê wê bibin sedema encamên bi zirar ji bo gel û jinan.”
 
‘Leyla Zana rûmeta gelê Kurd e’
 
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Îro em dibînin, di vê pêvajoya hesas û girîng de, hêzên tarî dixwazin li hemberî pêvajoyê derkevin ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ da destpêkirin, kêm be jî ji aliyê muxataban ve tê berdewamkirin. Ev hêz her dem li her çar parçeyên Kurdistanê çalak in û destkeftiyên gelê Kurd hedefa wan e. Îro jî armanca wan ew e ku bi têkbirina vê pêvajoyê, paşeroja gelan careke din tarî bikin.
 
Em weke Komîsyona Jinan a KNK’ê, li Bursayê, di maça Bursaspor û Somasporê de êrîşa qirêj a li dijî îradeya jinên Kurd ku di şexsê Leyla Zanayê de pêk hat, bi tundî şermezar dikin û qebûl nakin. Stadyûma Bursasporê qada gelan û bihevrebûnê ye; ne qada nijadperestî û êrîşên qirêj e loma divê Wezîrê Werzîşê berpirsiyariya xwe bi cih bîne û kesên ku ev êrîş pêk anîn ceza bike.
 
Leyla Zana rûmeta gelê Kurd e; Leyla Zana ne bi tenê ye!”