Abdullah Ocalan: Îslam, di cewhera xwe de ola azadî û edaletê ye

  • 11:54 25 Kanûn 2025
  • Rojane
AMED - 1emîn Kongreya Asayî ya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê dest pê kir. Di kongreyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe de got; “Îslam, di cewhera xwe de ola azadî, edalet û wekheviyê ye.”
 
1emîn Kongreya Asayî ya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê, bi dirûşma “Ji Îslama demokratîk ber bi aştî û civaka demokratîk ve” dest pê kir. Kongre li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê tê lidarxistin. Hevserokê DBPê Giştî Keskîn Bayindir, Hevseroka DEM Partîyê ya Giştî Tulay Hatîmogûllari hevşaredar, parlamenterên DEM Partiyê, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî, partiyên siyasî, delegeyên û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de pankartên ku wêneyên “Şêx Seîd, Seyîd Riza, Jîna Emînî, Qazî Mihemed, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Seîdê Kurdî” û gotinên wan li ser hatin daliqandin. Her wiha li pişt dîwanê nivîsa “Bi perspektîfa Îslama Demokratîk Em ê civaka demokratîk ava bikin. Hûn bi xêr hatin Kongreya me ya Asayî ya 1emîn” hate nivîsandin. Kongre bi deqîqeyekê rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê dest pê kir.
 
Dû re Mela Mehemed Şen qûran xwend. Dû re Hevseroka Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Mahmût Şik axivî. Mahmût Şik bal kişand ser manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji bo ku em berpirsyartiya xwe bi cih bînin tişta ku dikeve ser milê me em ê pêk bînin.” Mahmût Şik çend ayet ji quranê xwendin û bal kişand ser pirsgirêkên civakî. Mahmût Şik wiha berdewam kir: “Lazim e em Serokatî bi tenê nehêlin bi rêzdarî ligel rêberên xwe bi cih bigirin. Û li hemberî cîhanê em bibin yek, yekîtiya pêk bînin û serbikevin.”
 
Pişt re dîwana kongreyê hate hilbijartin. Dû re endama federasyonê Dîlan Aydinê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wan re şandiye xwend. Peyam wiha ye: “ “Ji Kongreya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê re;
 
Îslam, di cewhera xwe de ola azadî, edalet û wekheviyê ye. Îslama dewleta fermî yan jî avadaniyên cemaetan ku modernîteya kapîtalîst weke amûra îktîdar û talanê bi kar tîne, ev cewhera xwe winda kiriye. Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye. Ew peyman, peymana pêkvejiyana baweriyên cuda, gel û çandan a bi îradeya xwe û bêyî zextan e. Divê were zanîn ku cîhada rasteqîn, têkoşîna bi rêya xwerexnekirineke domdar a li dijî nefs û zilmê ye. Feraseta şûrayê ya di Îslamê de jî tê wateya aqilekî kolektîf û biryardayîna demokratîk e.
 
Bêyî ku Îslamê bikin amûra siyasî ya dewletê û komên cuda, em bixin xizmeta jiyana azad a civakê ku xwe li ser vê bingehê birêxistin kiriye. Îslama demokratîk, şaristaniyeke alternatîf e ku azadiya jinê, hevsengiya ekolojîk û xwişk-biratiya gelan esas digire. Tenê ev şîroveya demokratîk dikare ji birînên Rojhilata Navîn re bibin derman. Hêvîdarin ku nîqaşên we yên di vê çarçoveyê de jî ji bo pêvajoya civaka demokratîk a me daye destpêkirin sûdewer bin.
 
Bi hezkirin û silavên xwe yên bêdawî…
 
Abdullah Ocalan
 
Îmrali”