Dayikên Aştiyê li meclisê serdana koma MHP'ê kirin

  • 13:21 7 Mayıs 2026
  • Rojane
ENQERE -Heyeteke ku ji Dayikên Aştiyê, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya pêk tê, serdana Koma MHP'ê ya Meclisê kirin. Şandeyê bi Serokwekîlên MHP'ê Fîlîz Kiliç û Erkan Akçay re hevdîtin pêk anîn.
 
Heyeteke Meclisa Dayikên Aştiyê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi boneya Roja Dayikan serdana partiyên siyasî dike. Di çerçoveya serdanan de heyeteke Dayikên Aştiyê ku ji Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butunê pêk tê li gel Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê Adalet Kayayê ewilî li Meclisê serdana koma MHP'ê kirin. Çapemeniyê jî alaqayeke mezin nîşanî hevdîtinê da. Dayikên Aştiyê ji koma MHP'ê bi Serokwekîlên MHP'ê Fîlîz Kiliç û Erkan Akçay re hevdîtin pêk anîn. Dayikên Aştiyê piştî hevdîtinê çarika spî diyarî nûnerên partiyên siyasî kirin.
 
Heyeta Dayikên Aştiyê dê saat 16:00'an de serdana Partiya DEVA'yê bikin û dê di seat 17:00'an de jî serdana Partiya Saadetê bikin. Serdanên Dayikên Aştiyê bi partiyên siyasî re sibê jî dê bidomin. Dayikên Aştiyê dê sibe di seat 12.00'an de serdana CHP'ê bikin û dê di seat 14:00'an de jî serdana Partiya Gelecekê bikin.