Ji UN Women hişyarî: Nêzî milyonek jin ji piştgiriya jiyanî bêpar in
- 19:41 10 Tîrmeh 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber kêmkirina alîkariyên darayî yên navdewletî, rêxistinên jinan ên li herêmên krîz û şer di bin zextên mezin de ne. UN Women hişyarî da ku ji ber vê krîzê, di nav salekê de ji her 5 rêxistinan 2 dê bên girtin; ev yek dê bibe sedema krîz û hejariyê.
Ji ber kêmkirina fînanseya navdewletî, rêxistinên jinan li seranserê cîhanê di bin zextên giran de ne. Ev rewş berdewamiya bernameyên parastin û piştgiriyê yên ji bo komên herî qels dixe xeterê û fikarên girtina gelek saziyan di dema pêş de zêde dike.
Ji mafê gihîştina piştgiriya jiyanî bêpar in
Desteya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Jinan (UN Women), di rapora xwe ya nû ya bi navê “Piştî xala hilweşînê” (Beyond the Breaking Point) de ku îro weşand, eşkere kir ku kêmkirina alîkariyên pêşketinê yên fermî, bandoreke mezin li şiyana rêxistinên jinan a li herêmên şer û krîzan kiriye. Li gorî raporê, ji Çileya sala 2025’an vir ve, nêzî milyonek jin û keç ji mafê gihîştina piştgiriya jiyanî bêpar mane.







