Mafê ji zayinê ve, tê: Zimanê dayikê (1)

  • 09:04 30 Adar 2026
  • Dosya
Şertê Komara Demokratîk: Perwerdeya bi zimanê dayikê 
 
Oznur Deger 
 
WAN - Hevseroka Egîtîm Senê ya Wanê Funda Demîr Bozkurt der barê girîngiya zimanê dayikê de axivî û  got yek ji şertê komara demokratîk perwerdehiya bi zimanê dayikê ye û divê mufredata aştiyê bê avakirin.
 
Zimanê dayikê ku ji welidînê tê û di çarçoveya mafên nikare bê guhertin de cih digire, ne zimanê jiyanê ya tenê li malê tê axaftinê ye, di serî de li qadên cemawerî û hemû qadên xizmetê divê bibe zimanê fermî û yek ji daxwazên herî mezin e. Me di vê çarçoveyê de der barê mafê zimanê dayikê de, di qadên cemawerî û jiyanê de çiqas girînge û encamên zimanên ku ji welidînê tê bi dosya berhev kir.
 
Astengiyên li pêş qada çand û hûnerê
 
Seranserê salê qedexeyên li hember qada çand û hunerê ya Kurdî berdewam kirin. Bi taybet muzîk û şano hatin qedexekirin. Konser hatin betalkirin. Mînaka herî hat axaftin qedexekirina konsera Koma Amed a li Kuçukçekmeceyê bû.
 
Hûnermend hîna jî salonan nabînin
 
Hûnermendên Kurd, şanoger û muzîkjen ji bo derkevin ser sahneyê hîna salonan nabînin. Bi astengiyan re tên rû hev û salon bi hincetên ewwlehiyê tên betalkirin.
 
Her wiha ji aliyê şaredarî û walîtiyan ve, navên Kurdî yên ji aliyê şaredariyên DEM Partiyê ve li qad, park, kolan û salonan hatine danîn jî tên astengkirin û destûr nayên dayîn.
 
Dersa bijarte ya du saetan
 
Yek ji pirsgirêka herî mezin li dibistanan Kurdî heftane du saetan wek dersa bijarte tê dayînê ye. Di vê mijarê de li gelek dibistanan hîna ev ders wek bijarte jî nehatiye dayîn. Ji ber nebûna mamosteyan tê betalkirin.
 
Girtîgeh û qedexekirina zimanê dayikê
 
Li girtîgehan jî zimanê dayikê her tim bi qedexeyan re tê rû hev û li gelek girtîgehan ji ber axaftinên bi zimanên dayikê lêpirsîn tên vekirin. Li gelek girtîgehan, pirtûkên Kurdî nadin girtiyan, nameyên Kurdî tên desteserkirin. Di hevdîtinên telefonan de axaftina bi Tirkî tê ferzkirin. Girtî li girtîgehan ji bo bi zimanê xwe parastina xwe bikin jî wergervan nabînin.
 
Di qada cemawerî de jî zimanê dayikê tune tê hesibandin. Dirûşme, pankart û dovîzên Kurdî bi hinceta gotinên Kurdî tên astengkirin. Li kesan lêpirsîn tên vekirin. Di televîzyonan de dengê kesên kurdî diaxivin tên birîn û sansurkirin.
 
Yekane riya çareseriya vê Komara Demokratîk a di esasê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de tê avakirinê ye.
 
Di beşa ewil a dosyaya me de Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) a Wanê Funda Demîr Bozkurt girîngiya perwerdehiya  bi zimanê dayikê vegot.
 
‘Perwerdehiya bi zimanê dayikê pir girîng e’
 
Funda Demîr Bozkurt daxuyakirin ku zimanê dayikê teşeyê hebûnê ye û esasa herî ewil û girîng a ku kes nasnameya xwe nas dike, fikr û nêrînên xwe pêş dixe, cîhanê fêm dike zimanê dayikê ye û wiha pê de çû: “Pewerdehiya zimanê bi dayikê divê tenê bi aliyê pedagojîk an jî zanistî neyê dîtin. Divê ev wek mafê mirovahî yê sereke bê dîtin. Perwerdehiya bi zimanê dayikê temînata azadî û wekheviyê ye. Perwerdehiya bi zimanê dayikê çima girîng e? Zimanê dayikê bîra civakê ye, nasname ye. Perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo zarokan girîng e û dema bi zimanê dayikê perwerdehî neyê dîtin encamên neyînî derdikevin holê.”
 
‘Bikaranîna zimanê dayikê mafekî ji welidînê tê ye’
 
Funda Demîr Bozkurt diyar kir ku divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê di esasê mafên ji welidînê tê bê nirxandin û wiha domand: “Ev maf mafekî mirovahî û gerdûnî ye. Ziman û bîra civakî bandorek mezin li ser zarokan dike. Dema zarok ji zimanê dayikê bêpar bimîne bi neyînî bandor dibe. Di hemû dewletên ku bi feraseta netewa yekparêz tên rêvebirin ev pirsgisrêk tên jiyîn. Li ser yek ziman, yek çand û yekparêziyê polîtîka tên pêşxistin. Ev wek mijareke ewlehiyê tê dîtin. Mixabin dema zarok ji perwerdehiya bi zimanê dayikê fêdeyê negirin encamên neyînî dertên holê. Li Tirkiyeyê di serî de zarokên Kurd, zarokên ku zimanê wan cuda ne di pergala perwerdehiyê de pirsgirêkên cidî dijîn. Zarokên bi zimanê dayikê perwerdehiyê nagirin, serkeftina wan a akademîk jî nayê payîn. Dema zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê negirin di alî akademîk de şûnde dikevin.”
 
‘Şerta ewil a Komara Demokratîk perwerdehiya bi zimanê dayikê ye’
 
Funda Bozkurt balkişand ser pêvajoya ‘Aştî û civaka demokratîk’ û ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoyê de ya herî zêde tê ziman têgeha Komara Demokratîk e. Komara Demokratîk xwe li ser rêgeza welatibûna wekhev teşe dike. Şerta ewil ya vê pergalê pêk tîne jî welatibûna wekhev e. Em zimanê dayikê neynin nokteya maf, zemîna komara Demokratîk jî dernayê holê. Welatiyên xwe wekhev nebîne, daxwaza wan ya Komara Demokratîk jî utopîk dimîne. Zimanê dayikê ji bo me girîng e. Em wek Egîtîm Senê di gelek xebatên xwe de daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê tînin ziman. Wek sendîka em daxwaza mufredata aştiyane dikin. Daxwaza me ya mufredata aştiyê heye. Daxwazên me wê bidomin.”