Bi pêşengiya jinan merasîma çekberdanê, estetîka aştiyê ya jinê

  • 09:03 15 Gulan 2026
  • Jineolojî
"Di tu mînakên cîhanê de qedandina têkoşîna çekdarî bi merasîmeke wisa pêk nehatiye. Ev koma gerîlayan ku jiyana xwe dan ser azadiya gelê xwe û ev bi têkoşîna çekdarî pêk anîn, çekên xwe teslîmê dewletekê nekirin an jî negotin em tenê çekan berdidin. Ji bo qada siyaseta demokratîk vebikin, merasîma şewitandina çekan pêk anî û biryarbûna xwe danî holê."
 
Dîcle Muftuoglu
 
Dîrok yek ji qada têkoşînê ya esas a jineolojiyê ye. Dîroka di alî jinan de hatiye veşartin, tunekirin û berovajîkirin,  bi kolandinek arkeolojîk ya paşerojê derketina wê ya holê çiqas girîng be, îro rast nîşe girtin jî evqas girîng e. Di vê nokteyê de gotina Abdullah Ocalan a "Dîrok di roja meya îro de veşartiye û em jî di estpêka dîrokê de veşartine" wek nîşe girtin girîng e. Îro bi çavê jinê nivîsandina dîrokê, ji bo avakirina pêşerojê wê girîng e. Nivîsandina dîroka jinê ya ku ji koletiyê wêdetir yên dîroka wan tunebûn nivîsîn, diçibe qedera şêrên di paşgotinên Afrîkayê. Di paşgotinan de "Heta şêr dîroka xwe nenivîsin, çîroka neçîrê wê her tim wek xwe be" tê gotin. Ji ber vê jî di rastiya têkoşîna jinên Kurd de, têkoşîna nivîsandina dîrokê dertê pêş.
 
Di vî alî de kevneşopiya çapemeniya azad bi hewldana xwe ya 30 salî  pêşengiya afrîneriyeke wisa dike. Di riya ku têkoşîna hebûna gelekî tê dayîn de, nivîsandina dîrokê jî mijara gotinê ye. Çapemeniya azad, peywira ku têkoşîna azadiya gelekî ya bi pêşengiya jinan tê meşandin, mohra wê li dîrokê bixe, aniye cih. Ji valakirina gundan bigirin heta kuştinên kiryar nediyar, binçavkirin û êrişên li ser gel, berpirsyariya bi cîhanê bide bihistin girtiye ser xwe. Li Roboskê di 28’ê Kanûna 2011’ê de dema 34 ciwan hatin bombebarankirin, cîhan ker û lal bû. Çapemeniya Azad wê rojê çû qadê û bûyer bi cîhanê da bihistin. Di serdemek wisa ya dîjîtal de kesî bedenên parçebûyî nedîtin û lorînên dayikan nav çar dîwaran de deng da.
 
Di Tebaxa 2014’an de ewrên reş li ser jinên Êzidî geriya û ew li bazarên koleyan hatin firotin. Ger çapemeniya azad tunebûna, ger pêşengên heqîqetê yên wekê Dîlîşan Îbîş û Denîz Firat yên di êrîşên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan tuenbûna, meyê şahidiya van ewrên reş yên bi saya têkoşîna jinên Kurd hatin belavkirin, nekiriba. Tilîliyên dema azadiya Kobanê de hatin avêtin, gotinên "26’ê Çile 10 deqe ma ji 3’yan re. Kobanê azad bû" wê li dîrokê nehatiba qedykirin. Niha jî berpirsyariya şahidiya afirandina nû û li rûpelên dîrokê nivîsandin li pêş rojnamegeran e. Di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de şopandind merasîma li Cesenê pêk hatiye û bi awayekî rast ragîhandin li ser milê Çapemeniya Azad e.
 
Guhertina berê herikîna avê
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di têkoşîna azadiya Gelê Kurd de momentek nû nîşan dide, li cihekî cuda disekine. Abdullah Ocalan di esas biryara ku çareseriya pirsgirêka Kurd bibe zemîna "Hiqûqî û siyasî" , di 27’ê Sibatê de bang kir û jêberên hemû kesî xera kiriye. Di vê bangê de pêşniyara ku PKK ku 47 sale ji têkoşîna çekdarî re pêşengiyê dike xwe fesh bike hat kirin û di vê esasê de bi kongreya 12’yemîn re biryarên mezin û dîrokî hatin girtin û "Têkoşîna çekdarî" hat bidawîkirin. Di vê çarçoveyê de di 11’ê Tîrmehê de li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federal a Kurdistanê li Şikefta Casenê bi pêşengiya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozan komek gerîlayan çekên xwe îmha kirin.
 
Pêşengiya merasîmê jinekê kir û ev jî rastiyeke ku ne rojeke ji rêzê ya di rûpelên dîrokê de diherike ye. Ji bo her kesên ku şahdiya merasîmê kirin, hest û wateyên cuda hebin jî ji bo rojnamegeran çalakî û bûyereke ku divê baş bê analîzkirin û li ser bê sekinandinê ye. Di vê nokteyê de ez wek rojnamegereke ku şahidiya vê çalakiyê kiriye, rêgezên merasîmê li ber çavan digirim; divê li pêşengiya jinê, li rayeya ku dema xwe diguhere mêr û civakê jî diguhere, bê nêrîn.
 
Wek nîqaşên çareseriya pirsgirêka Kurd, wek her dema diyalogê ya bi dewletê re tê avakirin, di vê pêvajoyê de jî mînakên cîhanê hatin bibîr xistin û nîqaşkirin. Her erdnîgarî têkoşîn, gel û dewlet l gorî xwe xweserî û cudahiyên wan hebin jî têkoşîna hemû gelên bindest ji hev hêzê digirin. Lê merasîma di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê pêk hat, bi gelek aliyan rêgezan dihewîne û divê bi taybet binê vê bê xêzkirin.
 
Rola di veguhestina dîrokî de û mînakên cîhanê
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk deriyê destpêkek nû vekiriye, ji bo azadiyê balkişandin ser ferzkirina veguhertinê. Abdullah Ocalan ku diyar dike ku "Divê zimanê dema  aştî û civaka demokratîk li gorî rastiyê bê pêşxistin", ji bo avakirina zimanê nû yê demê berpirsyariya dîrokî ya veguhestinê girt ser xwe.
 
Di tu mînakên cîhanê de qedandina têkoşîna çekdarî bi merasîmeke wisa pêk nehatiye. Ev koma gerîlayan ku jiyana xwe dan ser azadiya gelê xwe û ev bi têkoşîna çekdarî pêk anîn, çekên xwe teslîmê dewletekê nekirin an jî negotin em tenê çekan berdidin. Ji bo qada siyaseta demokratîk vebikin, merasîma şewitandina çekan pêk anî û biryarbûna xwe danî holê.
 
Di navbera Artêşa Azad Açe (GAM) a ji bo serxwebûna herêma Açe û Endozyayê têdikoşiya û dewletê de 26 salan şer berdewam kir û di 2022-2003’yan de bi muzakereyê encam bû. Di encama peymanê de artêş ket pozîsyona parastinê û rêxistinê jî çekên xwe danîn depoyê.
 
Di navbera Artêşa Komara Îrlanda (ÎRA) û Îngîlîstanê de bi salan pevçûnan berdewam kir û di encama muzakereyan de bidawî bûye û IRA’yê çek danîn û artêşa Îngîlîstanê jî vekişiyaye.
 
Bi hedefa serxwebûna  herêma Bask a Îspanyayê di 1968’an de ETA’yê dest bi têkoşînê kir. ETA’yê jî berdana çekan ne di encama muzakereyekê de di alî têkoşîna xwe de hewce bi çekan nedît.
 
Navbera hikûmeta Kolombiya û FARC’ê de di mijdara 2016’an de  peyaman aştiyê hat îmzekirin. FARC di 27’ê hezîrana 2017’an de ji koma çekdarî derket û çek teslîmê NY’ê kir.
 
PKK’ê ku qad ji siyaseta demokratîk re vekir ji mînakên cîhanê yên cuda bi merasîmeke sembolî çekên xwe îmha kir. Bi pêşengiya jinê merasîm pêk hat û di merasîmê de ji temen, astên cuda 15 jin û 15 gerîlayên mêr çekên xwe çewitandin.
 
* Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş "Qada ku merasîm lê hat kirin" wê bê weşandin.
 
* Ev nivîs ji kovara Jineolojiyê ya mijara dosya "Aştî û jin" a hejmara 37’an hatiye girtin.