Çeteleya meha Sibatê: 24 jin hatin qetilkirin, 21 mirinên biguman

  • 09:02 8 Adar 2026
  • Çeteleya Tundîyê
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Sibatê 24 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 21 jin û 6 zarokî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Çeteleya tundiyê ya meha Sibatê ku ji nûçeyên di çapemeniyê de hatine weşandin hatine berhevkirin, aliyê tuniya mêr carek din nîşan da. Di mehekê de herî kêm 24 jin û 2 zarok hatine qetilkirin; 21 jin  û 6 zarok jî biguman jiyana xwe ji dest dane.
 
Ji ber dewlet daneyeke zelal a der barê qetilkirinên jinan de parve nake, hejmara rast a qetilkirina jinan dibe ku zêdetir be. Tê zanîn ku gelek bûyerên di çapemeniyê de nayên dîtin jî hene. Beşek mezin a jinan ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin. Di pêvajoyên darazê de jî polîtîkayên bêcezahiştinê, daxistina cezayan tundiya mêr girantir dike. Tevî vê jin li salonên dadgehan, kolanan têkoşîna edalet û maf dimeşînin.
 
Gumanbar yên herî nêz in
 
Jin dîsa ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve hatin qetilkirin. 9 jin ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve, 4 jin ji aliyê mêrê pê re di asta destberdanê de, 2 jin ji aliyê mêrên dest jê berdane, jinek ji aliyê kurê xwe ve, 4 jin ji aliyê mêrên nas dikin, jinek ji aliyê mêrê pê re dijiya, 3 jin ji aliyê kesên nasnameya wan nehat diyar ve hat qetilkirin.
 
Li gorî bajaran dane wihane
 
Li Aydinê 1, li Muglayê 1, li Edeneyê 1, li Sakaryayê 2, li Enqereyê 3, li Mereşê 1, li Manîsayê 1, li Aksarayê 2, li Osmaniyê 1, li Stenbolê 3, li Wanê 1, li Antalyayê 2, li Hatayê 1, li Dîlokê 1, li Eskîşehîrê 1, li Kocaeliyê 1 û Samsunê 1 jinek hat qetilkirin.