Tecrubeya Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê

  • 09:02 17 Tîrmeh 2026
  • Jineolojî
"Abdullah Ocalan ji bo veguherînên demokratîk yên sazî û zîhniyetan jî têkoşîn meşand, hewl da polîtîkayên îmha û înkarê yên li hember kurdan bişkînin. Nexşerê pêşkêş kir, diyalog pêşxist. Pergala hevserokatiyê pêşxist û nûneriya wekhev girîng dît."
 
Akademiya Jinolojiyê
 
Abdullah Ocalan ji bo çarseriya aştiyane û siyasî hemû hewldanên xwe bi têkoşîn azadiya jinê li ser têkiyeke stratejîk da runiştandin. Di 1993’yan de bi agirbesta ewil re, artêşbûna jinê wek hîmê çarseriya pirsgirêkan îlan kir. Di 1995’an de hem Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan (YAJK) hat avakirin hem jî agirbest hat îlankirin. Di 1998’an de hem Îdeolojiya Azadiya jinê hat aşkerakirin hem jî hîmê partibûna jinê hat avêtin, hem jî agirbesta sêyemîn hat îlankirin. 
Bi taybet di pêvajoya Îmraliyê de bi perspektîfên stratejîk yên tevgera azadiyê, peywirên Tevgera Azadiya Jinan berfireh kir.
 
Abdullah Ocalan 2002’yan de di hevdîtinekê de bi kurtasî nivîsandina dîroka jinê, şoreşa jinê, peyman acivakî ya jinê wek peywir nîşan dide. Li aliyê din malên azadiya jinê, weqfa jina azad a cîhanê, koperatîf, park û bajarên jinan jî wek rê nîşan da. Bi vî awayî mîsyona pêşeng a avakirina edaleta civakî, perwerde, aboriya komunal, pêşxistina polîtîka demokratîk a civakî û avakirina pergala xweser a demokratîk da jinê. Ji bo komkujiyên jin, civak û xwezayê bidawî bin rojev afirand, ji bo mayîndebûna jineolojiyê, hevjiyana azad, kûrkirina civaka demokratîk jî rê nîşan da.
 
Abdullah Ocalan ji bo veguherînên demokratîk yên sazî û zîhniyetan jî têkoşîn meşand, hewl da polîtîkayên îmha û înkarê yên li hember kurdan bişkînin. Nexşerê pêşkêş kir, diyalog pêşxist. Pergala hevserokatiyê pêşxist û nûneriya wekhev girîng dît.
 
Abdullah Ocalan bi gavên ku ji bo aştiyê avêt, sekn û piştevaniya rêxistinkirî ya jinê ya di avakirina xweseriya demokratîk de pêş xist. Tevgera Azadiya Jinan û Parêzvanên maf di salên 90’î de ku şer û tundî di asta herî jor de bû ji rêxistibûna tevgera aştiyê re pêşengî kirin. Di vê pêvajoyê de "Dest nede Heval-Dostên xwe (1993)", "Dayikên Şemiyê (1995)", "Dayikên Aştiyê (1996)", "Hevdîtinên Jinan ên ji bo Aştiyê (2004)"  û "Dema Aştiyê hat (2005)" mînakên girîng in. Her wiha Helwdana Jinan a Ji bo Aştiyê jî ji 2009’an heta niha xeteke têkoşînê ya girîng dihûne.
 
Di 2013’yan de di hevdîtinên aştiyê yên li Îmraliyê hatin destpê kirin de, yekem car di 2015’an de di heyeta HDP’ê de ji Tevgera Jinan nûnerekê cih girt.Wek maseya muzakereyan Meclîsa Azadiya Jinê (KOM) hat avakirin. KOM’ê divê ji bo pêvajoya muzakereya aştiyê ya fermî perspektîfa azadiya jinê pêş bixista. Lê heman salê, ji aliyê delwetê ve muzakereyên Îmraliyê hatin rawestandin û zextên dewletê li pêş xebatên jinan bû astengiyek mezin. Çend meh piştî bidawîbûna muzakereyê daxwazkirina aştiyê jî wek sûc hat dîtin.
 
Ji Tirkiye û Kurdistanê jin di bin sîwaneya BÎKG de hatin cem hev û ji bo jin di pêvajoya aştiyê de di esasa wekheviya zayenda civakî de tevli bibe, tecrubeyên jinan yên cîhanê lêkolîn kir û di lihevkirina civakî de der barê rola jinan de mînak wek referans nirxand. Ji bo aştiyeke rastîn û adîlane plankirin ku hemû aliyên civakê bînin gel hev û bikin rojevê. Ji bo qanûn bên guhertin amadekarî kirin.
 
Li gorî vê di bin bana BÎKG de pênc komîsyon hatin kirin:
 
1- Ji bo sûcên şer yên li hember jinan derkevin holê Komîsyona Heqîqetê ya Jinan
 
2- Ji bo wekheviya zayenda civakî pêk bê û  sûcên şer yên li hember jinan bên tazmînikrin, guherînên hiqûqê bên nîqaşkirin Komîsyona Wekheviya Zayendî û Destura Bingehîn
 
3- Bi armanca pêşî li sûcên li hember jinan bê girtin û ewlehiya wan bê girtin Komîsyona Reforma Elwehiyê
 
4- Bi armanca rojevîkirina daxwaz û nêrînên jinan a ji bo aştiyê Komîsyona Çapemeniyê
 
5- Ji bo şopandina pêvajoya çareseriyê, ji perspektîfa jinê nirxandina pêvajoyê, ji bo aştiyeke mayîn de bi jinan re civîn pêk anîn, Komîsyona Şopandin û Ragîhandinê
 
Tevgera Azadiya Jinê di 2014’an de di bin navê Kongreya Azadiya Jinê (KJA) de xwe ji nû ve rêxistin kir. Bi armanca zelalkirina daxwaz û hewcedariyên jinan komîsyonên binî hatin avakirin. Ji aboriyê heta dîplomasiyê û ekolojiyê, ji hiqûqê heta siyasetê û parastina cewherî komîsyon hatin avakirin û xebatên amadekariyê hatin kirin. Heyeta HDP’ê ewil ji jinek û du mêran pêk dihat. Dewletê demek dirêj destûr neda nûnereke tevgera azadiya jinê tevli heyetê bibe. Lê jinan têkoşîna vê dan û pêvajoya muzakereyê de êdî du jin û sê mê hebûn. Ev gavek girîng bû. Her wiha jinan der barê pêvajoyê de nexşerêya xwe ya ji çar xalan pêk dihat amadekirin:
 
1- Pênasekirina rast: Divê pisgirêka jinê rast bê pênasekirin. Pirsgirêka jinê ne tenê pirsgirêka zayendiye. Ew pirsgirek qedîm a Rojhilata Navîne. Ew pirsgirêka civakî, siyasî, aborî, ahlaqî û polîtîk e. Sedema derketina holê a pirsgirêka jinê heman demê de rê û rêbazên çareseriyê jî derdixe holê.
 
2- Îfadeya qanûnî: Di destura bingehîn ya heyî de ne hebûn, nansameya û mafê jinê ne jî pirsigriêka jinê û rêbazên çareseriyê hatine pênasekirin. Di qanûnan de bi giranî jin wek mexdur derbas dibin, li ser malbatê tê sekinandin. Divê ev mijar di esasa azadiya jinê de bên pênasekirin û çareserkirin.
 
3- Di pergala konfederal de tevlibûna wekhev û rêxistinkirî: Divê pergala jinê bi giştî bê nrixandin û bi vê re di pergala konfederal de cih û telvibûna jinê hebe. Ya girîng divê jin ji siyaseta demokratîk, heta rêveberiya xwser, parastina cewherî û hemû qadên jiyanê bi berfirehî cih bigirin.
 
4- Di malbatê de wekhevî û azadî: Ji têkiliya jin mêr bigirin heta qanûnên zewacê, nêrîna li mijara zewacê, mijara destberdanê, welidîn, îradeya jinê, pênaeskrina keda malê, rola pêşeng a jinê ya di malê de û hemû qadên din de sererastkirinek bê kirin.
 
Di pêvajoya navbera 2013 û 2015’an de Tevgera Azadiya Jinan: Di avakirian pergala Xweseriya Demokratîk û Netewa Demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê de li dijî êrîşa El Nusra û DAIŞ’ê şoreş parast û di siyaset û dîplomasiyê de rolek pêşeng lîst. Di pevajoya şer de jinan pergal û rêxistina xwe ya xweser av akirin. Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek mekanîzma biryarê ya tecrubeya hevpar ajinan ha avkairin. Meclîsê bi hemû pêkhateyên jinan re li ser desturek bingehîn a demokratîk a Sûriyeyê xebitî. Konfenas, komxebat pêk anî û deng û rengê têkoşîna azadî û aştiyê xurt kirin. Li hemû qadên jiyanê pergala hevserokatiyê xistin jiyanê. Bi hişmendiya ‘azadiya jinê hîmê hemû azadiyane’ divê em hişyar bin û parastinên cewherî pêş bixînin. Diyarkirina nexşerêya polîtîka civakî a jinê girîng e. Di qada polîtîka civakî de jî tevlibûna pêvajoyên biryargirtinê girîng e.
 
* Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Di pêvajoya avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de rola Jîneolojiyê’ wê bê weşandin.
 
* Ev nivîs ji hejmara 37’an a mijara dosya ‘Jin û Aştî’ ya Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.