Cendirmeyan êrîşî kesên ku li dijî GES'ê rabûn kir

  • 15:52 3 Adar 2026
  • Ekolojî
AMED - Cendirmeyan bi cop, guleyên plastîk, ava şid û gaza îsotan êrişî şêniyên gundê Arzoxlî yê navçeya Sûrê kirin ku naxwazin li mêrga wan GES bê çêkirin. 
 
Li gundê Arzoxlî yê navçeya Sûr a Amedê, gundiyên ku li dijî projeya Santrala Enerjiyê ya Rojê (GES) rabûn, bi êrişa cendirmeyan re rû bi rû man. Gundiyên ku li dijî şîrketa ku ji bo kolandinê çû herêmê kom bûn, xwest tîmên şîrketê ji gund biçin. Piştî xebatkarên şîrketê ji herêmê neçûn, di navbera wan û gundiyan de rageşî derket. Cendirmeyan jî bi guleyên plastîk, gaza îsotan, ava şid û copan êrişî gundiyan kirin. 
 
Di êrişê de gelek gundî birîndar bûn û kesek jî ji ber derb ji serê xwe xwar ji se rhişê xwe çû. Hat diyarkirin ku hê jî tîmên tenduristiyê neçûne herêmê.