Atolyeyên jîneolojiyê ji lêgerîna heqîqetê re zemînê ava dikin
- 09:02 13 Kanûn 2025
- Rojane
AMED - Hasret Ergîn da zanîn ku jîneolojî ne tenê nîqaşên akademik ku di navenda veguherîna civakî de bicih bûye û got: “Di jiyana civakî de aştî, wekhevî û azadî bi perspektîfa navendî ya jinê dikare kûr bibe.”
Jîneolojî ku azadiya jinê digire navenda xwe û wek paradîgmayeke zanistê ya alternatîf pêş ketiye, di salên dawî de bandorek mezin diafirîne. Jîneolojî ku têkiliya jinê ya bi civak, jiyan û dîrokê re ji nûve pênase dike, en tenê di nîqaşên akademîk de di navenda veguherîna civakî de jî dibe zemîn. Atolye dibin cihê hevdîtina kolektîf a avakirina jiyana nû.
Ji kovara jîneolojiyê Hasret Ergîn der barê atolyeya jîneolojiyê de axivî.
‘Xebateke ku ferasta zanista alternatîf pêş dixîne ye’
Hasret Ergîn da zanîn ku jîneolojî zanista jinê ye û têgeha jîneolojiyê ewil bi sosyolojiya azadiyê re derketiye holê û got: “Ji wê rojê de li her derê Kurdistanê û cîhanê bi kelecanek mezin xebatên wê tên meşandin. Jîneolojî 15 sale hem di qada akademîk hem di qada civakî de tê nîqaşkirin di altoyeyan de xwe digihîne girseyên mezin. Teşeyê destgirtina jinan a ji aliyê zanistên civakî yên heyî ve rexne dike û li dijî vê jî feraseta zanista alternatîf diafirîne.”
‘Divê bîra civakî bê nîşandan’
Hasret Ergîn di berdewamiya axaftina xwe de jîneolojiyê weke zanisteke ku jinê bi jiyanê jiyanê bi civakê civakê ji jiyana nû ya têkiliya bi jinê re pênase dikin û wiha vegot: “Atolyeyên tên kirin divê wek sosyolojîk bê dest girtin.Dîrok wek dîroka mêran tê zanîn Ji bo berwendiya çînekê aliyekî hatiye nivîsin. Yanî li ser Înkara jinê hatiy enivîsin. Di vê esasê de atolye ji bo jin xwe nas bikin û li heqîqeta xwe bigerin zemînekê ava dikin. Divê bîra civakî bê xuyakirin û çareserî bê afirandin.”
‘Pêvajoya civaka demokratîk bandorê li atolyeyan dike’
Hasret Ergîn bi lêv kir ku jîneolojî defeta veguherîneke xurt û zemîna agahiyek nû dide jinan û got: “Seranserê dîrokê jin nehatiye dîtin, keda jinan tune hatiye hesibandin. Jîneolojî keda jinê derdixe hol3e û bîra civakî ji nûve ava bike. Jîneolojî tenê paşerojê nade fêrkirin, heman demê de veguherînê pêk tîne. Di navenda veguherÎnê de civakîbûnê bicih dike. Di nîqaşên rojane de jin her tim ji ser mexduriyetê tê pênasekirin. Rolên zayendî jî tenê li ser takekesî tê dest girtin. Jîneolojî dibêje ku zayenda civakî ne tenê mijarek çandiye, pisgirêkek bi kok ya ji dîrokê heta aboriyê ji baeriyê heta siyasetê hemû aliyên civakî teşe dike ye. Em îro dibînin ku serdestiya mêr bi hevkariya netew-dewlet û kapîtalîzmê gitan dibe. Di atolyeyan de em têkoşîna li dijî vê digirin dest. Bêguman nîqaşên pêvajoya civaka demokratîk jî raste rast bandor li atolyeyên me dikin.”
‘Heta azadiya jinê pêk neyê aştî ne pêkane’
Hasret Ergîn dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Pêvajoya tê meşandin bi feraseteke berpirsyariya aktîf bûye yek. Bi vê berpirsyariyê em bi hev re atolyeyan pêk tînin. Em dizanin ku heta ku azadiya jinê pêk neyê aştî jî ne pêkane. Ji ber vê divê modela civakî ya di esasa wekhevî û azadiyê de bê parastin. Dema jin azad bibin têkliyên civakî jî wê ji nûve teşe bibin.”







