Ji Yekitiya Jinên Sûdanê banga aştiyê

  • 18:08 13 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekiya Jinên Sûdanê bi wesîleya 7’emîn salvegera Şoreşa Kanûnê daxuyaniyek da û balkişandin ser bandora neyînî ya şer a li ser jinan û gotin divê korîdarên mirovahî bên vekirin, agirbest pêk bê û pêvajoyek siyasî ya sivîl a jin têde cih digirin destpê bike.
 
Li Sûdanê di meha Kanûna 2018’an de navbera gel de ji ber bihayên nan û sotemniyê protestoyan destpÊ kiribû û piştî demekê ev veguherî daxwazên guherîna rejîmê.  Çalakvanan bi dirûşmeya ‘tesgut Bes’ (bila hilweşe) hedef kiribûn ku rêveberiya Omer El-Beşîr hilweşe.
 
Di 12’ê Kanûnê de ku destpêka Şoreşa Kanûnê bû 7’emîn salvegera şoreşê hat pîrozkirin. Yekitiya Jinên Sudanê daxuaniyek dan û diyar kirin ku div3e jinên ku bi daxwaza edalet, azadî û aştiyê daketin qadan û fedekarî kirine bên bibîranîn. Yekitiya Jinan di daxuyaniya ku da de daxuyakirin ku ew ji bo dewleteke demokratîk û sivîl ya mafê jinan û mirovan diparêze bi yek dengê diqîrin.
 
Yekitiya Jinên Sudanê di berdewamiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku divê berpirsên sûcên dema pêvajoya şoreşê de pêk hatine divê hesab bidingot hovîtiya hatiye jiyîn tu car nayê jibîrkirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de balkişadin ser krîz aheyî got ev krîz di encama nedîtina pirsgirêkan û cudakariya li hember jinan derketiye holê.
 
Em aştiyek mayînde dixwazin
 
Daxuyanî wiha bidawî bû: “Şoreşa Kanûnê ne şoreşek siyasî ya demkiye. Şoreş wek peymaneke navbera gel de hatiye kirin hat pênasekirin. Em aştiyeke mayînde dixwazin.Divê pêşî lê bê girtin ku qadên çandiniyê veneguherin baragehan. Divê piştgiriya ji bo cotkaran bêkirin û piştgiriya jin^ne kedkar bê kirin. Divê korîdarên mirovahî bên vekirin, agirbest pêk bê û pêvajoyek siyasî ya sivîl a jin têde cih digirin destpê bike.”