Arzu Yilmaz: Dîaspora hêza stratejîk a aştiyê ye
- 09:05 13 Kanûn 2025
- Rojane
Melîke Aydin
STENBOL - Akademîsyen Arzu Yilmaz da zanîn ku dîaspora Kurd xwedî potansiyeleke mezine û got pirsgirêka Kurd carê ji bo civaka navneteweyî wek mijarên pevçûnên din nebûye mijara esas. Arzu Yilmaz balkişand ser aştiya Kurd-Tirk a ku zêde di rojeva navneteweyî de nayê dîtinê.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya Pêvajoya Civaka Demokratîk de li Stenbolê li Navenda Çanda Cem Karaca ya Bakirkoyê di 6-7’ê Kanûnê de ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ pêk anî. Ji welatên cuda akademîsyen, nivîskar û feylozof tevli konfernasê bûn.
Yek ji akademîsyena zanîngeha Kurdistan a Hewlêrê Doç Dr. Arzu Yilmaz ku tevli konferansê bibû ji ajansa me re axivî.
Arzu Yilmaz balkişand ser avakirina aştiyeke civakî ya mayîne û berfireh a li Rojhilata Navîn û got: “Di vê pêvajoya ku globalbûn berovajî bûye, ne pêkane ku netew-dewlet di formên xwe yên berê de xwe bidomînin. Dewlet ji bo hebûna xwe bidomînin bêguman hewce bi tifaq û hevkariyan dibînînin. Ji vê tercîhê wêdetir ji bo xwe bide berdewamkirin ev encam dertê holê. Di mijara Yekitiya Ewropayê de hinek kes behsa çareserkirinê bikin jî li gorî min çareser nabe, berovajî vê wê hîn giratir bibe. Biryên di qada parastinê de hatine girtin jî vê nîşan didin.”
‘Paradîgma Abdullah Ocalan girîng e’
Arzu Yilmaz der barê rewşa li Rojhilata Navîn de jî axivî û da zanîn ku paradîgma Abdullah Ocalan hem di alî demê de hem di alî pergala nû ya herêmê de naverokek bi îstîkrar dihewîne. Arzu Yilmaz diyar kir ku divê bi vê hişmendiyê ev bê dest girtin.
‘Aştiyeke navbera Tirk û Kurdan de bi Tirkiyeyê sînor namîne’
Arzu Yilmaz di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Ger ku diyaloga Kurd-Tirk veguhere aştiyê ev tenê ji feraseteke nû ya navbera Tirk û Kurdan de sînor namîne. Li gorî rih û dînamîka demê, aştiyeke navbera Tirk û Kurdan de pêk bê ev aştî bi sînorên Tirkiyeyê sînor namîne. Ji ber vê jî ev paradîgma wê ji bo fêdeya hemû gelên herêmê be.”
‘Ji ji demê re amade ne’
Arzu Yilmaz di berdewamiya axaftina xwe de li ser hewldanên çareseriyê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nirxandin kir. Arzu Yilmaz ev tişt vegot: “Divê hinek tespît bên kirin. Tişta hûn dibêjin xera bûye çêkirina jê jî pêkane. Divê zemîna vê bê avakirin. Di vê dema ku îhtîmala sêyemîn şerê cîhanê tê axaftin de hêza parastinê girînge. Dema stratejî tê diyarkirin divê hêza parastinê jî bê hesabkirin. Me dema Bihara Ereban de jî got: Kurd ji vê demê re amade ne. Di serî de jî di alî hêza parastinê de amade ne.
Zemîna min ji bo Rojava vegot, dema ji ser Şamê bê fikirîn, Şam ne xwedî van zemînan e. Dema ev bi Rêveberiya Xweser re tînin hember hev tablo zelale. Şam bi artêşa xwe ya hîna nehatiye avakirin û li ser kaxizê maye, li dijî DAIŞ’ê tevli koalîsyona navneteweyî bê kirin jî, heta entegrasyona SDG’ê pêk neyê pratîka wan ya xebata hevpar a koalîsyonê re pêş nake.”
‘Kurdan di sahneya polîtîk navneteweyî de cihê xwe girtiye'
Arzu Yilmaz diyar kir ku di alî qada siyasî ya Kurd de encameke ku êdî vegera wê tune heye. Arzu Yilmaz got: “Divê ev êdî bê teslîmkirin. Kurd êdî ne tenê wek hêza leşkerî wek hêza polîtîk jî di saneya polîtîk a navneteweyî de cihê xwe girtiye. Dema pêvajoya aştiyê tê meşandin vê di u srenav bikevin rojeva civaka navneteweyî. Divê li pirsgirêka Kurd û cihê Kurdan a di Rojhilata Navîn de divê bikeve rojevê.”
Arzu Yilmaz destnîşan kir ku înkara Kurdan bi salan hat meşandin û Kurdan li dijî vê têkoşîn meşandin. Arzu Yilmaz wiha dawî lê anî: “Dîaspora Kurd xwedî potansiyeleke mezin e. Pirsgirêka Kurd tu carê ji bo civaka navneteweyî wek mijarên pevçûnên din nebûye mijara esas. Aştiya Kurd-Tirk zêde di rojeva navneteweyî de nayê dîtinê.”







