Mamosteyê gumanbarê destdirêjiyê hat berdan
- 18:59 19 Kanûn 2025
- Rojane
ŞIRNEX - Gumanbar S.O ku li dibistaneke lîseyê ya Cizîrê peywir dikir destdirêjî lig elek xwendekarî kiribû. Mamosteyê gumanbar bi şerta kontrola edlî hat berdan.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê mamosteyê gumanbarê destdirêjiyê S.O ku destdirêjî li gelek xwendekarî kiribû der barê wî de doz hat vkeirin. S.O yê bi sûcdariya destdirêjiyê hat binçavkirin alavên wî yên wek telefon û kompîturê hatin desteserkirin.
Gumanbar ji aliyê dadgehê ve bi şerta kontrola edlî hat berdan.







