Li ser gora zarokên xwe daxwaza edaletê kirin

  • 13:35 22 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, dayikan serdana gora zarokên xwe kirin û daxwaza edaletê kirin.
 
Dayikên kesên ku di serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" de jiyana xwe ji dest dan bi wesîleya Şeva Yeldayê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê serdana gorên zarokên xwe kirin.
 
Dayikan wêneyên zarokên xwe hildan, find vêxistin û ji dewleta Îranê daxwaza edaletê kirin.