Hêvîn Silêman: Dema Tirkiye bi Şamê re diaxive êrîş zêde dibin

  • 10:28 24 Kanûn 2025
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Hevseroka Meclîsa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman êrîşên li ser herdû taxan nirxand û bal kişand ser girêdana êrîşan bi Tirkiyeyê re û got, "Her ku Tirkiye bi hikûmeta demkî re hevdîtinê dike, êrîşên li dijî me zêde dibin. Em ê tu carî li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. Em ê taxên xwe biparêzin."
 
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê di 22'yê Kanûnê de êrîşek li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê da destpêkirin. Di êrîşan de jinek bi navê Fedwa Mihemed El Kurdî jiyana xwe ji dest da û 19 kes birîndar bûn ku 3  ji wanzarok û 4 jî jin bûn. Her wiha, êrîşan li her du taxan zirara madî çêkir û bû sedema qutbûna înternet û ceryanê.
 
Êrîşên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li ser sivîlan rastî berxwedana Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin. Her ku êrîş berdewam dikirin, niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dadikevin kolanan û piştgiriya xwe ji bo her du taxan tînin ziman. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li koalîsyon û hêzên din ên navneteweyî kir ku êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê rawestînin.
 
Hevseroka Meclîsên Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd Hêvîn Silêman li ser mijarê ji ajansa me re axivî.
 
Hêvîn Silêman bi bîr xist ku êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji 25'ê Îlonê ve berdewam dikin û ji wê demê ve ambargo zêde bûye. Hêvîn Silêman got, "Pêdiviyên bingehîn nayên dabînkirin. Tiştê ku diqewime polîtîkayeke teslîmgirtinê ye. Divê em vê yekê bibînin. Destê Tirkiyeyê jî di êrîşên ku diqewimin de heye. Ji ber ku em dizanin yekîneyên ku niha li Helebê dixebitin û bi hikûmeta demkî ya Şamê ve girêdayî ne, bi Tirkiyeyê ve jî girêdayî ne. Ew dixwazin bi heman polîtîkayan her du taxan dagir bikin. Çawa ku wan li bajarên peravê komkujî kirin, ew dixwazin heman tiştî bi me jî bikin."
 
'Em ê li ser diyalogê israr bikin'
 
Hêvîn Silêman, bi diyarkirina ku êrîşên dawî dijwar bûn re tekez kir ku peymana 10'ê Adarê ya di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Şamê de hatiye îmzekirin tê binpêkirin. Hêvîn Silêman wiha dirêjî dayê, "Ne tenê peymana 10'ê Adarê, lê di heman demê de peymana 1'ê Nîsanê ya di navbera rêveberiya taxa Şêx Meqsûd-Eşrefiyê û hikûmeta demkî ya Şamê de hatiye îmzekirin jî heye. Lêbelê, hikûmeta demkî bi israr vê red dike ku li gorî wê tevbigere. Her ku Tirkiye bi hikûmeta demkî re hevdîtin dike, êrîşên li dijî me zêde dibin. Em ê tu carî li hemberî van êrîşan gavê paşve neavêjin. Digel vê yekê, em ê ji bo pêkanîna Peymana 10'ê Adarê li ser diyalogê israr bikin."
 
'Cîhan deyndarê vî gelî ye'
 
Hêvîn Silêman, destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji bo bicîhanîna Peymana 10'ê Adarê hewldanên cidî dike û got: "Ev cara duyemîn e ku em rastî êrîşan tên. Ya yekem, di meha Îlonê de êrîşek çêbû û bi vê re ambargoyek hat sepandin. Vî gelî li dijî DAIŞ'ê şer kir û ew dizanin ku dema dem hat dê dîsa şer bikin. Hemû cîhan deyndarê vî gelî ye ku li dijî DAIŞ'!ê şer kiriye."
 
'Em ê taxên xwe biparêzin'
 
Hêvîn Silêman, anî ziman ku êrîş ne tenê leşkerî ne û got, "Ev êrîş di heman demê de siyasî ne. Ji dema hilweşîna rejîma Baasê ve, tu guhertinek siyasî çênebûye. Ambargoya li dijî gel berdewam dike. Pêdivî ye ku koalîsyon vê rewşê bibîne. Her wiha, çima rêxistinên mafên mirovan ku çav û guhên wan niha li ser Sûriyeyê ne, li hikûmeta demkî ya Şamê mudaxele nakin? Em ê heta dawî taxên xwe biparêzin."