Azadîya Serokatî daxwazeke civakî ye

  • 12:52 24 Kanûn 2025
  • Rojane
AMED - MEBYA - DER'ê, jî bo mîtînga "Hêvî û Azadîyê" ku wê di 4'ê Çileyê de li Qda Îstasyonê ya Amedê bê lîdarxistin bang kir û  got ku aştî û demokrasî bî rakîrîna tecrîdê pêkan e.
 
Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), têkildarî mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku dê di 4’ê Çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê were lidarxistin, daxuyanî da. Daxuyanî, li avahiya MEBYA-DER’ê ya Amedê hat dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna bi Kurdî ya daxuyaniyê ji hêla rêveberê MEBYA-DER’ê Hayrettîn Guner û ya bi Tirkî jî Hevseroka MEBYA-DER’ê Gurbet Sevîktek xwend. 
 
Di daxuyaniyê de kesên di têkoşîna azadî, rûmet û wekheviya gelan de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn û wiha hate gotin: “Dilsoziya me ya bi şehîdên şoreşê re; bingeha biryardariya me ya jiyaneke aştiyane û avakirina civaka demokratîk e. Sedema civiyana me ya îro ya li vê derê; ne tenê bibîrxistina êşên di demên berê de hatine jiyîn e, di heman demê de bangekî hevpar ê ji bo edalet, azadî û hêviyê ye. Her roja em bêyî kesên me winda kirine derbas dikin, di wijdana civakî de rê li ber birînên kûrtir vedike. Em jî dibêjin ku ev birîn tenê bi heqîqet, edalet û demokrasiyê dikarin bên başkirin.” 
 
'Şer û pevçûn dîkare bî dawî bîbe’
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêvajoyeke avakirina demokratîk e û wiha hate gotin: “Em di qonaxeke dîrokî de ne ku dikare şer û pevçûnên salên dirêj e didome bi dawî bike, dikare zemîna verasetkirinên qanûnî yên pêwîst ên têkildarî demokrasî, azadî û hemwelatiya wekhev ava bike. Di pergalekî ku mafê jiyanê nayê parastin de ne pêkan e ku mirov behsa azadiyê bike. Demokrasî, tenê dema mafên sereke û azadî hatin misogerkirin dikare xwedî wateyeke rast be. Bi sala ye çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê taloqkirin. Lê her kes pê dizane ku muxatabekî çareseriya vê pirsgirêkê heye. Pergala tecrîdê ku hiqûqê tune dihesibîne, ne tenê şexsekî; bandorê li tevahiya civakê dike. Bi vê sedemê ye ku azadiya Rêbertiya me, ne daxwazekî şexsî lêbelê daxwaza civakî, siyasî û dîrokî ye.” 
 
'Dîvê tevlibûna mîtîngê zêde be’ 
 
Bi domdarî hat gotin ku rêya aştî û çareseriya demokratîk, jiholêrakirina pergala tecrîdê ye û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di çarçoveya vê rastiyê de; ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe, em mitîngekê li dar dixin. Ev mitîng, ne çalakiyeke ji rêzê ye; li gel azadiya Rêbertiya me, di heman demê de dê bibe destpêka bidawîbûna şer û pevçûnên li tevahiya herêmê û bicihanîna çareseriya demokratîk. Hêviya di ‘Mitînga Hêvî û Azadiyê’ de, azadî bi xwe ye. Bi azadiya Rêbertiyê re dê azadiya gelan jî bi awayekî fiîlî û pratîkî bikeve meriyetê. Lewma, hewcehî bi tevlibûneke xurt û mitîngeke xurt heye. Ev mitîng, hewceye îradeya dikare teşe bide sala 2026’an, wê hêz û qudretê raber bike. Di serî de dayik, bav, xwişk-birayên zarokên xwe winda kirine; em bang li tevahiya gelê Kurd û dedorên bi civakeke demokratîk re û aştîxwaz dikin ku bi ruhê sefereriyê tev li mitîngê bibin, tevlibûna mitîngê birêxistin bikin, xurt bikin û mezin bikin.” 
 
Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî Serok Apo" û  "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.