Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir

  • 14:41 24 Kanûn 2025
  • Rojane
AMED - Yekitiya Hunermendên Kurd têkildarî mitînga “Hêvî û Azadiyê” daxuyanî dan û gotin: “Ji ber vê yekê; ji bo naskirina mafê hêviyê, ji bo bidawîkirina tecrîdê, ji bo devjêberdana sansûr û bişaftinê em banga tevlibûna mitîngê dikin.”
 
Yekitiya Hunermendên Kurd, têkildarî mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku dê di 4’ê Çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê wer lidarxistin, li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê daxuyanî da. Endamên yekitiyê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Mafê heviyê mafê çand û hunera azad e” hate hilgirtin. Daxuyanî, ji hêla endama Yekitiya Hunermendên Kurd Saliha Ayata ve hate xwendin. 
 
Daxuyaniya bi sernavê “Mafê hêviyê; mafê çand û hunera azad e” wiha ye: 
 
“Huner ne tenê şêweyekî estetîkî ye; ew bîr, ziman, êş û hêviya gelekî ye. Dema ku çand û huner tên bêdengkirin, civak jî tê bêdengkirin. Dîrokê gelek caran nîşanî me daye ku êrişên bişaftinê pêşî ziman hedef digirin, dû re armanc dikin ku bîrê jê bibin û di dawiyê de civakê bêhêz bikin. Dema civak bêhêz dimîne dagirkerî û mêtingerî hêsan e.
  
Li Kurdistanê, çand û hunera Kurdî ev sed sal in bi înkar, bişaftin û qedexeyan dorpêçkirî ne. Zimanên dayikê hatine qedexekirin, stran hatine bêdengkirin, fîlm hatine sansûrkirin, şano hatine girtin û hunermend an bi sirgûnan an jî bi zindanan ra rûbirû mane. Sedema mezin ku ev tên serê qada hunerê ev e; huner rastiyê eşkere dike; huner îtaet nake.
  
Îro jî em wek hunermendên Kurd, ji bo rastiyek eşkerekirî hatin cem hev. Me 27’ê Sibatê banga birêz Abdullah Ocalan silav kir û em xwedî lê derketin. Piştî wê bangê, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd gelek gavên dîrokî avêtin. Gelê Kurd, hunermend, xwendevan, ciwan, jin, bi hemû dînamîkên xwe eşkere kirin ku piştgirî didin vê pêvajoyê.
 
Lê em dizanin ku li dinyayê ti cerebeyek wiha tune ye ku maseyek aştiyê çêbe lê aliyekî maseyê hîn bi zindan û tecrîdê re rûbirû bimîne. Em wek hunermendên welatparêz vê yekê qebul nakin.
  
Divê demildest şert û mercên birêz Abdullah Ocalan bên sererastkirin û mafê hêviyê were naskirin.
 
Mafê hêviyê şertek ji zagona gerdûnî û wijdanê hevpar a mirovahiyê ye. Mafê hêviyê rê li ber aştiyê vedike. Mafê hêviyê ne ji bo şer ji bo axaftinê, ne ji bo înkarê ji bo naskirinê ye. Bêyî vî mafî, pêvajoya aştî nameşe. 
  
Em, wekî kesên ku bîranîna vê civakê bi muzîk, sînema, wêje, şano û gotinên wê hildigirin, dengê xwe li dijî bişaftin, sansûr û tecrîdê bilind dikin. Ji ber ku aştî ne tenê mijarek siyasî ye; ew pêdiviyek çandî, exlaqî û hunerî ye.
 
Mafê Hêviyê ew ê rê li ber pêvajoyê veke. Ji ber wê em dibêjin mafê hêviyê mafê çand û hunera azad e. Û em dizanin; aştî tenê dikare li ser vê bingehê mayînde bibe.
  
Ji ber vê yekê; ji bo naskirina mafê hêviyê, ji bo bidawîkirina tecrîdê, ji bo devjêberdana sansûr û bişaftinê, ji bo çand û hunera Kurdî em bang li hemû hunermend, xebatkarên çandê, rewşenbîr û her kesê ku piştgiriyê dide aştiyê dikin ku di 4’ê Çileyê de beşdarî mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bibin.
 
Em tên; bi gotinên xwe, bi dengên xwe, bi rengên xwe, ji bo aştiyê. Ji bo civateke demokratîk, ji bo çand û hunera azad, ji bo mafê hêviyê em tên.”