Hunermend Nîhal Ay li Rojava jiyana xwe ji dest da

  • 13:21 24 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Hîlala Zêrîn ragihand ku hunermend Nîhal Ay (Sîdar Andok) li Rojava jiyana xwe ji dest daye û ew bi bîr anî.
 
Koordînasyona Hîlala Zêrîn ragihand ku Nîhal Ay (Sîdar Andok) a ku sala 2005'an li Amedê tev li xebatên çand û hunera Kurdî bû û dest bi rêwitiya têkoşîna azadiyê kir, sala 2025'an dema ku di nava Tevgera Hîlala Zêrîn de xebat dimeşand, jiyana xwe ji dest da.
 
Tevgera Hîlala Zêrîn sersaxî ji malbata Ay û gelê Kurd re xwest. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
 
“Hevrê Sîdar sala 1987'an li navçeya Farqîn a Amedê hate dinê. Zaroka malbateke berdêl dayî ya girêdayî çanda Kurdistanê û nirxên welatparêziyê ye. Bavê wê Abdullah Ay sala 1992'yan ji aliyê hîzbulkontrayan ve ya girêdayî dewleta kûr, hate qetilkirin. Hevrê Sîdar bi piştî bavê xwe di temenekî pir biçûk de xwe nas kir û bi berpirsiyarî rabû. Di temenekî pir biçûk de dibîne ku azadî bi berdêlên giran çêdibe û di salên pêş de ev yek di bîra wê de dibe xwedî cihekî bi kok.”
 
Hevrê Sîdar dema ku malbata wê ji gund koçî navçeya Pasûrê kir, dest bi ferqkirina cudahiya di navbera jiyana gund û bajêr de kir. Hişmendiya wê ya welatparêzî ya xwezayî, digel jêhatîbûnên wê yên hunerî, bû wesîle ku hevrê Sîdar di sala 2005'an de tev li xebatên Navenda Çandê ya Dîcle-Firatê bibe. Wê di warê çand û hunerê de hem nirxên neteweyî û hem jî nasnameya jinan nîşan da. Li ser vê bingehê, li herêma Rojava jî kedeke mezin daye. Hevrê Sîdar ku herî dawî li herêma Rojava cihê xwe di nava xebatên Hîlala Zêrîn de digirt, di sala 2025'an de şehîd bû. Weke Tevgera Çand û Hunerê ya Jinan a Hîlala Zêrîn, em soz didin ku em ê mîrateya ku hevrê Sîdar di dil û hişmendiya me de hiştiye zindî bihêlin û û li her qadê têkoşîna xwe xurt bikin.”
 
Kurtejiyana Nîhal Ay
 
Nîhal Ay di sala 1987an de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik dibe. Malbata Nîhal Ay, di salên 1990'î de ji ber zextên dewletê neçar dimîne ku koçî navenda Amedê bike. Nîhal Ay di dehan xebatên çand û hunerî yên li Bakurê Kurdistanê de cih girt û ew yek ji lîstikvana rêzefîlma “Ax û Jiyan” bû. Ew hem di warê şanoyê de hem jî di warê stranbêjiy-muzîkjeniyê de dixebitî.