Kesên li Parîsê hatin qetilkirin li Den Haagê hatin bibîranîn

  • 20:38 28 Kanûn 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Di bîranîna kesên di komkujiyên Parîsê hatin qetilkirin de, banga eşkerekirina kiryaran û dewamkirina têkoşîna heqîqetê hate kirin.
 
Piştî ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di encama komployeke girêdayî MÎT’ê de hatin qetilkirin, di 23’ê Kanûna 2022’an de Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdullah Kizil li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hatin qetilkirin. Kesên hatin qetilkirin, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Den Haag ê Hollandayê hatin bibîranîn.
 
Nûnera ku li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan axivî, di şexsê kesên ku li Parîsê hatin qetilkirin de, kesên ku li Roboskiyê di encama bombebarana Tirkiyeyê hatin qetilkirin, bi bîr anî. Her wiha destnîşan kir ku têkoşîna heqîqetê ya gelê Kurd wê heta dawî dewam bike.
 
Songul Omurcan ku li ser navê Tevgera Jinan a Ewropayê axivî, bal kişand ser pêşengtiya jinan û rola wan a di berxwedanê de. Songul Omurcan wiha got:“Dewleta Tirk û Fransayê ji bo ku hêzên li pişt Komkujiyên Parîsê eşkere nebin, bi hev re tevdigerin. Her çiqas her tişt li holê ye jî xwestin van komkujiyan wekî bûyerênji rêzê nîşan bidin. Lê me ne dev ji komkujiya di 2013’an de ne jî dev ji komkujiya di 2022’an de berda. Kesên ku hatine hedefgirtin, bi awayekî plankirî hatine hilbijartin. Em bi mîrateya şehîdên xwe têkoşîna xwe didomînin. Em ê di rêya ku Rêber Apo vekiriye de rêxistinbûna xwe mezin bikin û dev ji heqîqetê bernedin.”
 
Piştî axaftinan, sînevîzyona li ser şehîdên Parîsê hatin pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.