Li Samsatê bernameya 8'ê Adarê
- 20:41 2 Adar 2026
- Rojane
SEMSÛR – Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli di bernameyekê de ku di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Samsatê hat lidarxistin, axivî û bal kişand ser pêwîstiya têkoşîna jinan û got, "Jin ne tenê di 8'ê Adarê de, lê di heman demê de berî û piştî wê jî bi tenê nînin. Ger mil bi mil em bibin yek, em ê hîn xurtir bibin."
Rêxistina bajarê Semsûrê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Samsatê bi boneya 8'ê Adarê bernameyek fitarê li dar xist. Bername bi slogana "Bi jinên azad re ber bi civaka Demokratîk" hat lidarxistin û gelek jin beşdar bûn. Piştî fitarê, bername bi axaftina Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê ya li ser girîngiya rojê dewam kir.
Gulderen Sakine Cansız, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên ku ji bo azadiya jinan têkoşiyan bi bîr xist. Gulderen Varli wiha domand: "Ger em jin li kêleka hev, mil bi mil bisekinin, em ê rastî îşkenceya kesî neyên. Ger em bibin yek, em ê hîn xurtir bibin. Em rêya jiyaneke azad û wekhev nîşanî mêran didin. Jiyan pîroz e û erkê herî mezin ew e ku em jin destên hev bigirin. Divê em bizanin ku em ne bi tenê ne."
Bername bi dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.







