Bi 8’ê Adarê re ber bi Civaka Azad û Demokratîk ve (13)
- 09:06 4 Adar 2026
- Dosya
‘Berxwedana karkerên jin têkoşîna nûnertî û rûmetê ye’
Devrîm Findik
STENBOL - Seroka Giştî ya DGD-SEN’ê Neslîhan Acar balkişand ser rola pêşeng a jinên karker ya di berxwedan û grevên li herêma Marmarayê û wiha got: “Muxatabê ewil yên xespkirina maf jin in. Ev berxwedan ne tenê têkoşîna nan e, têkoşîna nûnertî û rûmetê ye.”
Berbi 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê berxwedana karkeran a li herêma Marmarayê bilind dibe, carek din nîşan da ku keda jinê di qada hilberînê de gelek mezin e. Li Stenbol û bajarên derdora wê di têkoşîna li dijî enflasyona zêde bûye, polîtîkayên heqdestê kêm û şertên xebata bê ewle, jinên karker di eniya pêş de cih girtin. Ji bantên fabrîqeyê bigirin heta korîdorên depoyan, ji qadên tersaneyan bigirin heta platformên fîjîtal jinên di sektorên cuda de dixebitîn, ji bo xwedî li ked û jiyana xwe derkevin têkoşîn mezin kirin.
Di çalakiyên li dijî astengkirina mafê rêxistibûna sendîkal ya di fabrîqeya Polonez Gida ya li Çatalcayê de hat destpêkirin de jinên karker wek hêza esas a hilberînê derketin pêş. Jinên di nava kuryeyên Trendyol Gu yên li seranserê Stenbolê faliyet dimeşandin de cih girtin, li dijî xebata bê ewle û bê sîgorte deng bilind kirin. Karkerên Ozak Tekstîl y ali Bursayê çalakiya berdana kar lidarxistin û tevlibûna jinan a vê çalakiyê aliyê berxwedanê guhert. Jinên li herêma Tersaneyên Tuzlayê dixebitîn, li dijî qezayên kar heqdestê kêm bêdeng neman. Li tesîsên Şîşecam a li Gebzeyê jî li dijî heqdestên kêm karkerên jin daxwazên xwe bilind kirin.
Ferzkirina peynanên şexsî
Tevî hewldanên patronan yên ji kar derxistinê, teşerontî û ferzkirinên peymanên şexsî, jinan dest ji têkoşîna sendîkal û piştevaniyê bernedan. Berbi 8’ê Adarê tabloya derketiye holê, ne tenê daxwaza zêdekirina heqdeste; mûçeyekê wekhev, karê wekhev, jiyaneke bê tûndî û xebata bi ewle ye. Keda jinê ji hêza nayê dîtin a hilberînê derdikeve û dibe kirdeya damezerîner a berxwedanê.
Tecrubeya têkoşînê
Di grev û berxwedanên sala dawî ya li herêma Marmarayê de pêşengiya jinên karker balê dikşîne. Seroka Giştî ya Sendîkaya Karkerên Depo, Lîman, Tersane û Behrê (DGD-SEN) Neslîhan Acar balkişand ser tecrubeya têkoşîna ji Gebzeyê heta Esenyurtê, ji Çayirova heta Bursayê û got karkerên jin ne tenê ji bo mafên aborî, di heman demê de li dijî êrîşên li hember jiyana wan jî berxwe didin.Çalakiya karkerên fabrîqe û depoyan yên li Marmarayê deng dan û jinên karker bi daxwazên peyamana komî û mafê sendîkal di eniya pêş de cih girtin. Neslîhan Acar têkoşîna karkerên Polonez û berxwedana li Smart Solar ya hilberîna penala rojê dikir bibîr xist û da zanîn ku ev pêvajo di bîran de tezene û got di berxwedanên Esenyurt, Şekerpinar û Çayirova de Hêza rêxistinkirinê ya jinan a di berxwedanan de girîng û mezin bûye.
‘Muxatabê ewil yên xespkirina maf jin in’
Neslîhan Acar detsnîşan kir ku polîtîkayên dijhiqûqî, bêcezahiştin û krîzê rastre rast bandor li ser jiyana jinan dike û wiha vegot: “Dema behsa betaliyê bê kirin ji fabrîqeyan ewil jin tên şandin. Ger ku xespkirina maf hebe ewil jin ji kar tên derxistin. Polîtîkayên der barê jinan de bi jiyana xebatê sînor nîne. Ji me zarok tên xwestin, me hepsê malê dikin. Dipên ku em ji mafên xwe bêpar bimînin. Kargerî wek ‘malbatê’ tên nîşandan. Çawa ku jin li malê îtîraz nakin, serî natewînin li cihê kar jÎ heman rolî didin jinan. Qetilkirinên jinan her diçin zêde dibin. Heman rojê de 6 jin hatin qetilkirin. Gelek mirin wek mirina normal an jî biguman derbasî qeydan dibe. Wek cîhanetên kar, di mirinên jinan de jî polîtîka bêcezahiştinê tê meşandin. Berxwedan li dijî vê dorpêçê îtîrazin. Hemû çalakiyên jin aktîv tevli dibin bi serkeftinê encam dibe. Jin heta serkeftinê têdikoşin.”
‘Lêgerîna maf tê qedexekirin’
Neslîhan Acar bi lêv kir ku li Tirkiyeyê lêgerîna maf tê qedexekirin û mekanîzmayên qanûnîn li alî hêzê ne û got: “Karkerên Mîgrosê xwestin li ber rêveberê paye bilind Tuncay Ozîlhan çalakiyê bikin. Lê qeymeqamtiyê ev çalakî qedexe kir. Qedexeyên wisa bi armanca şikestina grevane. Van polîtîkayên zextê bandor lig elek berxwedanan kiriye.”
‘Berxwedan vediguherin têkoşîna rûmetê’
Neslîhan Acar daxuyakirin ku heqdestê kêm, bê ewlehî û destdirêjiyê di berxwedana jinan de dibe esas û wiha pê çû: “Li gelek kargeriyan jin bi destdirêjiyê re tên rû hev û vê bi aşkera îfade nekin jî di qada berxwedanê de di eniya herî pêş de ev tê ziman. Di berxwedana Mîgrosê de jinên karker dema binçavkirinan de xwe şûnde nedan. Ev têkoşîn ji daxwazên aborî wêdetir, veguherî têkoşîna rûmet û heysiyetê. Xesprkirina mafê aborî hêrsa karkeran zêde dike; ya karkerên jin jî du car zêde dike.”
‘Daxwazên jinan tê fetisandin’
Neslîhan Acar destnîşan kir ku berbi 8’ê Adarê nûneriya jinan a di têkoşîna sendîkal de qels bûye û di sendîka û mekanîzmayên biryarê de avabûneke serdest ya mêr heye. Neslîhan Acar wiha daweî lê anî: “Jin pir caran di sendîkayan de wek pênûsa maliyetê an jî sernavekî talî tê dîtin. Daxwazên wekê kreş, destura reglê, keda lênerînê divê bibin rojeva esas a sendîkayan. Sendîka tenê ji bo mafên aborî tune ne. Ji bo pêşxistina mafên demokratîk jî berpirsin. Daxwazên jinan li plana dawî tên hiştin. Di têkoşîna sendîkal de piştevaniya jinan gelek girîng e. Bijî 8’ê Adarê bijî têkoşîna rêxistinkirî.”







