Ji siyasetmedarên Brîtanyayî peyama Newrozê

  • 10:53 17 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Brîtanyayê, Lîderê Muxalefetê ya Parlamenta Walesê Darren Millar û ji kesayetên sereke yên Partiya Karker Jeremy Corbyn jî di nav de gelek siyasetmedaran Newroz li gelê Kurd pîroz kirin û peyama piştgiriyê dan.
 
Li Brîtanyayê ji parlamenterên muxalefeta bingehîn heta bi şaredaran derdoreke berfireh bi wesîleya Newrozê ji bo gelê Kurd peyam dan û işaret bi girîngiya piştevanî û têkoşînê kirin.
 
Parlamenterê Islingtonê yê ji Partiya Karker Jeremy Corbyn bi Kurdî bi gotina 'Newroza we pîroz be" dest bi peyama xwe kir û işaret bi zêdebûna êrişên li ser koçberan kir. Corbyn tevkariya koçberên ji nifşên yekemîn, duyemîn û sêyemîn a li civakê bi bîr xist. Corbyn anî ziman ku civaka Kurd jî parçeyekî girîng ê vê tevkariyê ye û got, "Ev der mala we ye û Ez serbilind im ku Newrozê bi we re pîroz dikim."
 
Corbyn diyar kir ku Newroz dema pîrozkirina çand, mîrate û dîrokê ya gelê Kurd e û ragihand ku ew piştgiriyê dide têkoşîna azadî, demokrasî û diyarkirina mafê çarenûsa xwe ya gelê Kurd. Corbyn anî ziman ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo parastina mafê diyarkirina çarenûsa paşeroja xwe ya Kurdên li Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê dewam bike û got, "Hêvîdar im Newroz ji bo her kesî kêfxweşî, aştî û nûbûnê bi xwe re bîne."
 
Parlamentera Liverpoolê ya ji Partiya Karker Kim Johnson jî di peyama xwe de anî ziman ku Newroz tê wateya berxwedan û hêviyê. Johnson ji bo gelê Kurd got, "Di têkoşîna we ya siyasî de ez bi piştgiriyeke tam bi we re me."
 
Johnson ragihand ku civaka Kurd li nava Qraliyeta Mezin zindî ye, bi çand, dîrok û berxwedêriya xwe civakê dewlemend dike û got, "Bi piştevaniyê Newroz pîroz be."
 
Şaredara Haringeyê Peray Ahmet jî di peyama xwe de ragihand ku Newroz nîşaneya biharê û destpêkên nû ye. Ahmet anî ziman ku civaka Kurd li Haringeyê civakeke xurt e û ji ber tevkariya Kurdan a li navçeyê ew serbilind e.
 
Peray Ahmet ragihand ku çanda Kurdan parçeyekî navendî ji çîroka herêmê ye û bi bîr xist ku di sala 2027'an de wê bibe navçeya çandê ya Londonê û civaka Kurd jî wê di navenda van pîrozbahiyan de be. Peray Ahmet got, "Ez kêfxweş im ku Newrozê bi we re pîroz dikim. Newroz pîroz be."
 
Ji Partiya Karker parlamenter Bambos Charalambous jî ji bo her kesên li Qraliyeta Yekbûyî û çar aliyên cîhanê Newrozê pîroz dikin saleke aram û bi tenduristieyke baş hêvî kir.
 
Bambos Charalambous kêfxweşiya xwe ya ji ber karkirina bi dostên Kurdan anî ziman û diyar kir ku ew ê li Londonê û tevahiya welêt piştgiriya xw eya ji bo civaka Kurd dwam bike. Charalambous got, "Hêvîdar im sala nû ronahî, hêvî û aştiyê bîne. Newroz pîroz be."
 
Ji Parlamenta Walesê Lîder Darren Millar jî di peyama xwe de Newroz li gelê Kurd pîroz kir û got, "Ji bo we û hezkiriyên we saleke bi aramî û tenduristiyeke baş hêvî dikim."
 
Şaredarê Enfieldê Ergîn Erbîl ku li Îngilistanê yekem şaredarê Kurd e, di peyama xwe ya Newrozê de ragihand ku divê ruhê civakî û nûbûnê yê Newrozê bê pîrozkirin.
 
Ergîn Erbîl anî ziman ku wê beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya 22'ê Adarê ya li Finsbury Parkê bibe û destnîşan kir ku ew bi civaka Kurd a li Eenfield, London û tevahiya cîhanê serbilind e. Erbîl destnîşan kir ku Kurd bi berxwedêrî, çand û tevkariya xwe cihê lê dimînin dewlemend dikin û li cîhana ku nearam dibe işaret bi girîngiya kombûna li dora nirxên pêşverû û yekîtiyê kir.
 
Ergîn Erbîl got, "Ji bo tesmîl bê zêdekirin û dengê civakên me di her astê de bê bihîstin ez ê têkoşînê dewam bikim. Newroz pîroz be."