Li bajarên Kurdistanê Newroz: Ji bo azadî û aştiyê

  • 11:13 17 Adar 2026
  • Rojane

  

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Erzirom, Erdîş, Dêrsim, Qeser, Wêranşar, Bismil û Erxeniyê, xelk agirê Newrozê yê îsal ji bo azadî û aştiyê pêdixin.
 
Îsal pîrozbahiyên Newrozê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşma "Newroza Azadî û Demokrasiyê" dest pê kirine. Li Erzirom, Erdîş, Dêrsim, Qeser, Wêranşar, Bismil û Erxeniyê, xelk ji bo pêxistina agirê Newrozê yê îsal ji bo azadî û aştiyê ber bi qadên Newrozê ve diherikin.