Li Sewregê pîrozbahiya Newrozê

  • 15:49 20 Adar 2026
  • Rojane
RIHA - Li navçeya Sewregê ya Rihayê Newroz bi dirûşma "Azadî û Demokrasî" hat pîrozkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. 
 
Li navçeya Sewrega Rihayê bi dirûşma "Azadî û Demokrasî" Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahî li qada Bazara Genim hat lidarxistin. Ligel barîna baranê gel bi cilên xwe yên kurdewarî beşdarî pîrozbahiyê bûn û dirûşma “Şehîd namirin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Her wiha di pîrozbahiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin. 
 
Pîrozbahî bi silavên Komîteya Amadekar a Newrozê, Hevserokên Rihayê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşe Surucu û Nîhat Demîrbîleklî û Hevseroke Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê Mahmut Manas dest pê kir.
 
Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Amed Sera Bucak axivî û bal kişand ser pêvajoya heyî û got: "Em berxwedana we silav dikin. Ez Cejna Remezanê li hemû gelê Sewregê pîroz dikim. Em di pêvajoyeke nû re derbas dibin. Gelê Kurd ji bo avakirina aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn hewldanek mezin dide. Pêwîst e ku em piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Em hemû gelê xwe vexwînin pîrozbahiya Newrozê ya ku dê sibê li Amedê bê lidarxistin."
 
Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî wiha axivî: "Ez hêvî dikim ku Newroz bibe fersendek ji bo aştî, demokrasî û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Hemû cîhanê dît ku Kurd alîgirê aştiyê ne. Kurd li vî welatî çi dixwazin? Ew jiyaneke wekhev û bi rûmet dixwazin. Ji bo Birêz Abdullah Ocalan pêvajoyê birêvebibe divê derfetên azad ên xebatê bên afirandin. Gelê Kurd muxatab diyar kiriye. Muxatabê sereke di vê pêvajoyê de Birêz Ocalan e."
 
Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Hozan Serwan û komên herêmî bi dawî bû.