Ji Amedê peyama 'Bijî Serok Apo'

  • 14:28 21 Adar 2026
  • Rojane
AMED - Li Newroza Amedê ku bi sed hezaran kes tevlê bû posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sloganen, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” mohrawe li qadê dan.
 
Newroza Amedê bi beşdariya sed hezaran kesan, coş û peroşek mezin berdewam dike. Ji axaftin û peyaman bigire heta poster û sloganên hatine avêtin dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan re mohra xwe li qadê û pîrozbahiyê xist.
 
Peyama Abdullah Ocalan a Newrozê bi slogana, “Bijî Serok Apo” hate pêşwazîkirin. Girseyê bi yek dengî demek dirêj slogan dubare kir û dilsoziya xwe ya bi Abdullah Ocalan re anî ziman. Girseyê bi tîlîlî û çepikan hestên xwe anîn ziman.
 
Posterên mezin ên Abdullah Ocalan bi kûleyên li nava qadê ve hatin daliqandin. Posterên ku wêneya herî dawî ya Abdullah Ocalan li ser hatiye çapkirin, ji hêla gel ve bi coş hate pêşwazîkirin. Her wiha bi sedan alên wêneyên Abdullah Ocalan li ser îsal li qadê hatin hejandin. Di seranseriya pîrozbahiyê de qad bi poster û wêneyên Abdullah Ocalan hate xemilandin.
 
Her wiha di axaftinan û peyamên hatine xwendin de jî daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate ziman. Navê Abdullah Ocalan herê zêde jî di sloganên gel de hate ziman. Sloganên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” ji ser lêvan kêm nebû. Bi taybetî piştî peyama Rêberê Gelê Kurd a Newrozê girseyê bi yek dengî demdirêj got “Bê Serok jiyan nabe”. Her wiha kengî navê Abdullah Ocalan di axaftinan de derbas bibe girseyê heman slogan berz kir.