Newroza Hatayê hat taloqkirin

  • 17:06 21 Adar 2026
  • Rojane
 
HATAY- Li Hatayê Newroza ku dihat plankirin sibê bê pîrozkirin, ji ber şert û mercên hewayê hat taloqkirin.
 
Li taxa Yildirimtepe ya navçeya Îskenderun a Hatayê dihat plankirin ku Newroz bihata pîrozkirin lê ji ber şertên hewayê taloqî dîrokek din hat kirin. Ji aliyê DEM Partî ya Hatayê ve daxuyanî hat dayîn û diyar kir ku pîrozbahî wê di rojeke ku şert û merc baş bin de pêk bê.