Ciwanên li Wanê bi meşaleyan Cejna Newrozê pîroz kirin

  • 08:41 22 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên li Taxa Suphan beriya Cejna Newrozê ya Wanê li taxa xwe meşek bi meşaleyan li dar xistin.
 
Li Taxa Suphan a Wanê, ciwanan beriya Cejna Newrozê ya Wanê li taxa xwe meşek bi meşaleyan li dar xistin. Ciwanan bi dirûşma "Bijî Newroz"  ber bi cihê ku agir lê hatibû pêxistin ve meşiyan û Cejna Newrozê pîroz kirin.