'Civaka demokratîk wê bi hunera jinê bê avakirin'

  • 09:04 22 Adar 2026
  • Çand û Huner
WAN - Endama Komeleya Çand Hûner û Lêkolînê ya Aryen, Helîn Demîrtepe, da zanîn ku bi salan e li Kurdistanê hûner hedef tê girtin û wiha vegot: “Çand û zimanê Kurdî bê parastin, di vî alî de xebat bên meşandin, wê civaka demokratîk bê avakirin. Civaka demokratîk wê bi hunera jinan ava bibe.”
 
Li Kurdistanê polîtîkayên asîmîlasyonê  û qirkirina çandî bi salane didome. Ev polîtîkayên li ser tunekirina bîr, nasname û zimanê Kurdî tê pêxistin, herî zêde bandor li jinan dike. Xebatên çand û hunerî yên bi pêşengiya jinan tên meşandin jî tevî hemû zextan didome.
 
Komeleya Çand Huner û LêkoLînê ya Aryen ku di 2019’an de li Wanê hat avakirin, yek ji saziyên ku çand û hunera Kurd diparêze ye. Komele ji 2019’an heta niha xebatên xwe dimeşîne, di serî de muzîk, di qada çandê de, di parastina nirxên çandî û zimanê Kurd de bernameyên cur bi cur pêk tîne. Komele bi taybet bi hûnermendên ciwan re xebatên çandî dimeşîne û armanc dike ku bîra çandî xurt bike.
 
Endama Komeleya Çand Huner û Lêkolînê Helîn Demîrtepe der barê qada çand û hunerê de nirxandin kir.
 
‘Me hunermendên Wanê strana Newrozê derxist’
 
Helîn Demîrtepe behsa xebatên ku dimeşînin kir û got: “Em bi taybet li ser ciwan û zarokan perwerdehiyand idin. Em di qada wêne û muzîkê de perwerdê didin ciwan û zaorkan. Em polên huner an jî perwerdê ava dikin. Em di her du qaan de jî xebitin. Koma me ya muzîkê heye. Koma me ji çend kesan pêk tê û li ser Kurdî xebatan dimeşîne. Me bi hunermendên Wanê re strana Newrozê derxist.”
 
‘Hunera me sembola têkoşînê ye’
 
Helîn Demîrtepe huner di civakê de rola pêşeng dilîze û destpêka jiyanê ye û wiha vegot: “Em bi hunerê têdikoşin. Em bi hunerê bersivê didin polîtîkayên şerê taybet. Bi sed salane em li Kurdistanê bi hunerê têdikoşin. Huner sembola têkoşînê ye.”
 
‘Armanca me nasandina çand û hunera Kurd e’
 
Helîn Demîrtepe daxuyakirin ku huner bi qadî di berxwedanê de, di civak û jiyanê de jî sembole û wiha got: “Armanca me eve ku em çand û hunera Kurdî bidin nasandin. Çand û hûner di civakê de rolek mezin dilîze.
 
‘Dixwazin dengê hunerê bibirin’
 
Helîn Demîrtepe balkişand ser polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên li ser hûnera Kurd û wiha domand: “Dixwazin zimanê me ji me bigirin. Li dijî hunera gelê Kurd in. Lê tevî zextan em ê hûnera xwe bikin.  Pergal dixwaze hunerê tune bike. Pergal dixwaze her kesî bike yek. Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi destê pergalê her tişt tê avakirin. Di civakê de jin di çand û hunerê de rolek pêşeng dilîzin. Em di her qada jiyanê de jinan dibînin. Jin divê li her qadê hebin. Pergal vê naxwaze. Jinan hedef digire. Em dixwazin di qada huner, jiyan û her derê de cihekî tyabet yê jinan hebe. Pergal jinan li cihekî wisa digire ku mirov naxwazin jê re bêjin huner. Li ser jinan stranên wisa tên derxistin bi zîhniyeteke nebaş derdixin. Jinan ji cihekî şaş digirin dest. Em pergalek wisa naxwazin. Ligel vê li Kurdistan û Rojhilata Navîn şerekî dijwar heye. Ev şer herî zêde bandor li huner û civakê dike.”
 
‘Wê bi hunera jinan civaka demokratîk bê avakirin’
 
Helîn Demîrtepe di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê civaka demorktîk bi yekitiya jin, çand û hunerê bê avakirin û da zanîn ku di pêvajoyê de civê civak, çand û hûner bi hev re rol bigirin. Her wiha Helîn Demîrtepe got armanca wan eve ku polan vebikin, dersan bidin, gel tevli xebatê bikin û berxwe bidin.