Jinên çûn Newroza Amedê: Dê tecrît rabe û aştî pêk bê

  • 11:05 24 Adar 2026
  • Rojane
 
Rojda Aydin-Rabia Onver
 
AMED – Jinên ku li qada Newrozê ya li Amedê tijî kirin, xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bê rakirin û azadiya wî ya fizîkî were misogerkirin.
 
Li Qada Newrozê ya Amedê bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” bi tevlîbûna sed hezaran kesan mitîng hat lidarxistin. Di Newrozê de bi berxwedanê daxwaza azadiyê û sekna polîtîk bi awayekî hevpar derket pêş. Her ku girîngiya dîrokî ya Newrozê bi dirûşme û govenda girseya ku qad tijî dikir careke din zêde bû, jin wekî yek ji hilgirên herî xurt ên vê vînê derketin pêş.
 
Jinên ku me hevpeyvîn bi wan re kirin, bal kişandin ser polîtîkayên tecrîdê yên ku vîna siyasî ya gelê Kurd hedef digirin û teqez kirin ku divê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî ya fizîkî were misogerkirin. Jinan diyar kirin ku pêwîstiyeke dîrokî ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe beşek ji jiyana civakî û siyasî ya gelê xwe û ew qebûl nakin ku danûstandin bi peyamên yekalî û sînordar were domandin.
 
Jinan her wiha hêvî kirin ku di Newroza 2027’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav gelê xwe de be.