ROJEVA 29'Ê GULANA 2026'AN
- 09:00 29 Gulan 2026
- Rojev
*Jinên ku li ser kuştinên jinan li Tirkiyeyê diaxivin, ne tenê sûcdar rexne kirin, lê di heman demê de pergala dadwerî û desthilatdariya siyasî jî rexne kirin ku bi polîtîkayên bêcezatiyê rê li ber van kuştinan vedikin. Jinan bertek nîşanî polîtîkayên bêcezatiyê yên ku şîdetê teşwîq dikin dan û peyama "Em êdî nikarin windakirina kesek din jî tehemûl bikin. Çareserî di biryardariya kolektîf de ye" dan. DÎMEN HEYE
*Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê Vezan Karabulut bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û tekez kir ku hikûmet di avêtina gavên berbiçav de ne serkeftî ye û got, "Jinan barê herî giran ê şer hilgirtin. Niha em aştiyek demokratîk dixwazin ku dengê jinan faktora bingehîn be." DÎMEN HEYE
*Ayşe Karagoz, ku 33 sal in ji bo hevjînê xwe Alî Karagoz, ku di salên 1990'î de li Cîzîrê piştî binçavkirinê winda bû, li edaletê digere, got, "Bila gora hevjînê min nîşanî min bidin. Ez jî dixwazim aştî çêbibe û xwîn raweste." DÎMEN HEYE
*Merasîma 11’ê Tîrmehê ya fesixkirina PKK’ê ne tunebûn, bidawîbûn, nûneriya detspêka nû û veguherînê bû. Brovajî mînakên çekberdanê yên cîhanê, çek radestê rayedarên dewlet an jî saziyekê nehat kirin. Agirê ku di mîtolojî û dîroka Kurdan de xwedî cîhekî girîng e, ji bo merasîma îmhayê hatibû tercîhkirin. JINOLEOJÎ








