Rojnemevan Berfîn Ay hat binçavkirin

  • 20:15 5 Tîrmeh 2026
  • Rojane
 
ŞIRNEX -Midûra Karên Nivîsê ya Azadiya Welat Berfîn Ay li Cizîrê hat binçavkirin.
 
Midûra Karên Nivîsê ya Rojnameya Azadiya Welat Berfîn Ay li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat binçavkirin. Li gor agahiyên hatine bidestxistin rojnemevan Berfîn Ay di têketina Cizîrê hat binçavkirin û piştre ew birine Midûriyeta Emniyeta Şirnexê.
 
Sedema binçavkirina Berfîn Ay nehat zanîn.