Meclisa Jinan a PYD’ê atolyeyek pêk anî
- 14:59 7 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a PYD’ê di atolyeyekê de rola jinan di avakirina civakê de, pirsgirêkên li hemberî wan, her wiha girîngiya xurtkirina beşdariya wan di hemû qadan û navendên biryardanê de hatin nîqaşkirin.
Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) atolyeyek bi sernavê "Rola jinan di avakirina civakê de: Astengî, arîşe û rêbazên xurtkirinê" li Xwaringeha Kinêr a bajarê Til Temirê li dar xist. Hejmarke endamên meclisê, nûnerên saziyên sivîl û rêxistinên jinan beşdarî atolyeyê bûn.
Atolye bi armanca nirxandina rewşa jinan di civakê de, rola wan di geşkirin û avakirina saziyan de, pirsgirêkên li pêşiya beşdariya wan a xurt di jiyana giştî de, her wiha rêbazên bihêzkirina rola wan di qadên civakî, siyasî, aborî û çandî de pêk hat.
Endama Rêveberiya Meclisa Jinan a PYD‘ê Şêrîn Oso axivî û bal kişand ser girîngiya lidarxistina çalakiyên wiha li gel guhertinên li herêmê rû didin, pêdiviya bihêzkirina rola jinan wekî şirîkeke bingehîn di avakirina civakeke demokratîk de vegot. Şêrîn Oso destnîşan kir ku bêyî beşdariya jinan di hemû qadan û navendên biryardanê de, ne mimkun e geşkirineke mayînde pêk were.
Beşdarqn jî rewşa jinan di civakê de, astengiyên civakî, çandî û aborî yên li hemberî beşdariya wan derdikevin vegotin û bal kişand ser lawazbûna derfetên aborî, cudakariya di perwerde û fêrkirinê de û bandorên şer û kevneşopan.
Beşdaran îşaret pê kir ku bihêzkirina jinan girêdayî peydakirina derfetan sînordar nîn e, lê di heman demê de divê çanda rêzdariya li hemberî mafên jinan were belavkirin, rêgezên wekheviyê werin xurtkirin, astengiyên li pêşiya beşdariya wan werin rakirin.
Jinan bal kişand ser girîngiya xurtkirina tevkariyê di navbera saziyên jinan û civaka sivîl û desteyên têkildar de.
Atolye bi van pêşniyaran bi dawî bû:
- Bihêzkirina beşdariya jinan di navendên biryardanê û saziyên civakî û îdarî de.
- Berfirehkirina bernameya perwerdeyî û pîşeyî ji bo jinan.
- Destekkirina însiyatîf û projeyên aborî yên jinan da ku aboriya xweser were pêşxistin.
- Li dijî kiryarên ku rola jinan sînordar dikin, divê pêngavên têgihîştinê werin zêdekirin.
- Bi armanca ku bernameyeke hevbeş a têkildarî dozên jinan were destpêkirin, tevkarî di navbera saziyên jinan û rêxistinên civaka sivîl de were avakirin.
- Teşwîqkirina jinên ciwan di xebata civakî û îdarî û siyasî de û vekirina derfetan li pêşiya wan.
- Bi armanca pevguhestina pisporî, nirxandina astengiyan û dîtina çareseriyan, divê panel, atolye û komxebat werin domandin.







