Ji bo Emîne Dîşçî ya hat qetilkirin daxuyanî:Em parastinek bi bandor dixwazin
- 18:45 9 Tîrmeh 2026
- Rojane
RIHA - Platforma Jinan a Rihayê,der barê qetilkirina Emîne Dîşçî ya ji aliyê Ahmet Dîşçî ku pê re di qonaxa hevberdanê de hat qetilkirin daxuyanî da. Platformê destnîşan kir ku ev cinayet ne yekem e û ne jî encameke nenas e û got: “Li dijî îhmalkariyê û bêcezatiyê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Platforma Jinan a Rihayê, ji bo Emîne Dîşçî ya ku di 7’ê Tîrmehê de ji aliyê Ahmet Dîşçî yê ku di qonaxa hevberdanê de bû ve bi çeke hatibû kuştin, daxuyaniyeke da. Daxuyaniya ku li ber Novada Park AVM’yê ya li navçeya Xelîliyeyê hat dayîn, gelek jin tevlî bûn. Metna daxuyaniyê li ser navê platformê ji aliyê Sema Koroglu ve hat xwendin.
Feraseta bêcezatiyê
Sema Koroglu bal kişand ser polîtîkayên neparastinê û wiha got:”Tundiya li ser jinê ne bûyereke takekesî ye. Her cinayeta jinê encama polîtîkayên ku ji nehevsengiya zayendiya civakî, tundî, encama feraseta bêcezatiyê û zincîra îhmalan e. Heta ku mafê jiyanê yê jinan bi rengekî çalak neyê parastin, her cinayeta nû wekî binpêkirineke mafê jiyanê ya ku dikaribû rê li ber bê girtin, dê derkeve pêşberî me.”
Daxwazên Platforma Jinan a Rihayê
Platforma Jinan a Rihayê daxwazên xwe yên derbarê rûdanê de wiha rêz kirin: “Divê lêpirsîna derbarê kuştina Emîne Dîşçî de bi rengekî çalak, serbixwe, zelal û bi hûrgulî wekî proseyeke hiqûqî bê meşandin. Lêpirsîn û dozên ku berê derbarê kujer de hatine meşandin û her wiha şêwaza sepandina tedbîrên parastinê divê bi hemû aliyan ve bên lêkolînkirin. Divê bê tespîtkirin ka di aliyê wezifedaran de îhmalkariyek heye yan na. Heke îhmalkarî yan jî berpirsyariyeke wezifedaran bê tespîtkirin, divê tavilê proseyên îdarî û edlî li dijî wan wezifedarên giştî bên destpêkirin. Divê mekanîzmayên parastin û pêşîgirtina tundiya li ser jinê bi rengekî çalak bên sepandin û polîtîkayên ku mafê jiyanê yê jinê esas digirin, bikevin meriyetê.”
Sema Koroglu daxuyanî bi van gotinan bi dawî kir: “Mafê jiyanê yê jinan nabe mijara bazarê. Jiyaneke bêtundî mafê herî bingehîn ê her jinê ye. Em ê Emîne Dîşçî ji bîr nekin. Li dijî feraseta ku cinayetên jinan, îhmalkariyê û bêcezatiyê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”







