'Ji 11’ê Tîrmehê heta niha tu gaveke şênber nîne'
- 09:07 10 Tîrmeh 2026
- Rojane
Melîke Aydin - Rojîn Abay
STENBOL - Jinên Kurd diyar kirin ku piştî merasima şewitandina çekan ya di 11’ê Tîrmeha 2025’an de pêk hatiye şûnde dewletê tu gav navêtiye û daxwaz kirin ku divê statuya qanûnî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên nasîn û sererastkirinên qanûnî bên kirin.
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya "Aştî û Civaka Demokratîk" re di 11’ê Tîrmeha 2025’an de merasîma şewitandina çekan pêk hat û di ser de salek derbas bû. PKK’ê li ber çavê hemû cîhanê çekên xwe şewitandin û piştî vê dihat payîn ku dewlet gavên şênber bavêje. Lê tevî vê tu tiştek nehat kirin. Jinên Kurd der barê salvegera 11’ê Tîrmehê de axivî û gotin divê dewlet berpirsyariya xwe bîne cih.
Endama Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sînem Yildirim da zanîn ku pêvajo bi îradeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkiriye û ji bo jinan hêviyek mezin afirandiye û wiha axivî: “Tevî di ser de salek zêde derbas bûye tu tiştek nehatiye kirin. Ji salên 1994’an heta niha em koçî metropolan dikin. Em rastî her cureyê zext, tundî û îşkenceyê hatin, em hatin girtin. Aştî ji bo me gelek tiştî îfade dike. Aştî ji bo gelê Tirk jî girîng e. Girtiyên siyasî hîna girtîne. Tu sererastkirinek nehat kirin. Heta ku gavên şênber neyên avêtin em nikarin behsa aştiyê bikin.”
‘Divê dewletê demildest bersiv bidana’
Vatha Bîngol jî daxuyakirin ku di salê 90’î de bi şewitandina gundan re koçî Stenbolê kirine û wiha bi lêv kir: “Divê Kurd bibin yek. Kurdistan yek parçe bû lê li çar parçeyan veqetandin. Zarokên me heta nediçûn dibistanê Tirkî nizanibûn. Bi dibistanê re Kurdî jibîr kirin. Em aştiyê dixwazin. PKK’ê xwe fesh kir. Roja ku xwe fesh kir divê dewletê gav bavêta. Em azadiya Rêberê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî dixwazin.”
‘Em li welatê me tune hesibandin’
Gurbet Alkan daxuyakirin ku di serê salên 2000’î de piştî zewiciye hatiye Stenbolê û wiha pê de çû: “Me şahidiya şewitandina gundan kir. Malên me sewalên me bi zindî şewitandin. Kurdan ji bo aştiyê her tişt kirin. Çek berdan lê dewlet cidî nagire. Gavên davêjin kêm in. Em li welatên me tune hesibandin. Ev der welatê me ye. Neçarin me qebûl bikin. Ez bang li hemû jinên Tirk dikim. Werin em bi hev re Tirkiyeya demokratîk ava bikin.”
‘Divê statuya Abdullah Ocalan bê nasîn’
Ayşe Kiliç jî bi lêv kir ku ji ber şert û mercan koç kirine û wiha dirêjî dayê: “Em êdî mafên xwe dixwazin. Dewlet bi israr naxwaze gavê bavêje. Em ji bo Abdullah Ocalan statuyê dixwazin.”
‘Hewcedarî bi aştiyeke mayînde heye’
Guneş Kizil bi lêv kir ku hewce bi aştiyeke bi rûmet û mayînde heye û wiha domand: “Dewlet mafê aştiyê nade. Mirov bêyî sûc girtîne. Lê sûcdar li derve digerin. Demildest hewcedariya me bi aştiyeke mayînde heye.”
‘Divê qanûn bê derxistin’
Hulya Sevîl jî ev nirxandin kir: “Yek alî bêdengbûna çekan têr nake. Dibêji aştî lê dibînin ku aştî hîna pêk nehatiye. Divê nasname û zimanê Kurd bê nasîn. Niha bi mîlyonan penaber tên. Zimanê Erebî bikar tînin. Tabela tên daliqandin. Lê em li ser vê axê dijîn, em nayên qebûlkirin. Divê demildest qanûn bên derxistin. Muxatabê pêvajoyê Abdullah Ocalan li Îmraliyê girtiye. Divê demidlest mafê wî bê radestkirin.”
‘Bila kezeba dayikan neşewite’
Yadîgar Yilmaz destnîşan kir ku ji ber dirêjbûna pêvajoyê sebra wan nemaye û wiha dawî lê anî: “Em dixwazin aştî bê. Bila êdî dayik negirîn, kezeba wan neşewite. Êdî bes e. Bila ev zilm bidawî be. Divê mafê Kurdan bikeve bin ewlehiyê.”







