Li Sûdanê qeyrana birçîbûnê kûrtir dibe

  • 15:41 15 Tîrmeh 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Bernameya Xurekê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP), hişyarî da ku şerê berdewam ê li Sûdanê, kêmbûna fonên alîkariya mirovî û astengiyên di bazirganiya herêmî de qeyrana xurekê girantir dike.
 
Li Sûdanê, qeyrana mirovî ya ji ber pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de ku ji Nîsana 2023’an û vir ve didome pêk hat, kûrtir dibe. Bernameya Xurekê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP), da zanîn ku ji bilî şer, kêmbûna fona alîkariya navneteweyî û astengiyên di bazirganiya herêmî de bêewlehiya xurekê ya li welat zêdetir dike.
 
Dîrektora Îcrayê ya Demkî ya WFP’ê, diyar kir tevî ku bandorên birçîbûna dawî ya li Sûdanê qismî hatin kontrolkirin jî dibe ku welat dîsa bi astên birçîbûnê yên girantir re rû bi rû bimîne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin qeyrana mirovî ya li Sûdanê, yek ji mezintirîn karesatên mirovî yên cîhanê ye û koçberiya girseyî, wêrankirina binesaziyê û nekarîna gihandina alîkariya mirovî ya ji bo bi milyonan kesên xwedî pêwîstî, rewşê xirabtir dike.
 
5 milyon kes birçîbûna di asta karesetê de dijîn
 
Li gorî daneyên ku ji aliyê WFP’ê ve hatine parvekirin, kes li welat nêzî 5 milyon birçîbûn an jî di asta karesatê de dijîn. Li gorî Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xurekê ya Yekgirtî (IPC) ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê piştgirîkirin, zêdetirî 100 hezar kes di şert û mercên birçîbûnê de têdikoşina jiyanê diomînin.
 
Li gorî daneyan, li seranserê Sûdanê nêzî 19.5 milyon kes bi bêewlehiya xurekê re rûbirû ne. Nakokiyên berdewam, astengiyên zincîrên dabînkirinê û zehmetiyên gihîştina xurek û pêdiviyên bingehîn qeyranê kûrtir dikin.
 
Şer qeyrana mirovî girantir dike
 
Nakokiyên ku di sala 2023’an de dest pê kirin, bûn sedema koçberbûna bi milyonan sivîl, wêranbûna binesaziya krîtîk û têkçûna giran a xebatên çandinî, pîşesazî û bazirganiyê. Vê yekê li gelek deverên welat şert û mercên jiyanê hêj xirabtir kir.
 
Rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî, hişyariya radestkirina alîkariya mirovî ya bi taybetî li deverên pevçûn berdewam dikin an jî di bin dorpêçê de ne, dubare kir.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêşketinên dawî yên li El-Obeidê ya li eyaleta Kordofana Bakur, dibin sedema fikarên senaryoyek mîna dorpêçkirin û pevçûna li El-Feşîrê ya li Darfura Bakur. Hat destnîşankirin ku kêmbûna qismî ya tundiyê li hinek deveran, hêviya zêdekirina hejmara mirovên ku li El-Obeidê alîkariyê digrin nêzî 100 hezar heta 250 hezar e lê xeterên ewlehiyê hê jî gefê li van hewldanan dixwin.
 
Korîdora alîkariyê ya li Darfûrê di bin zextê de ye
 
Bernameya Xurekê ya Cîhanî (WFP), hefteya borî fikarên xwe yên li ser girtina Deriyê Sînor ê Tînayê ya di navbera Çad û Darfûrê de ji ber şerê nû yê li herêmê anî ziman. Ev deriyê sînor ji bo gihandina alîkariya mirovî ya ji bo deverên ji pevçûnê bi bandor dibin, wekî riyeke krîtîk tê hesibandin. Di heman demê de, li Sûdanê ji ber kêmbûna fonê, hejmara mirovên ku WFP bi awayekî rêkûpêk alîkariyê dide wan di sala dawî de ji nêzî 5 milyonî daketiye 3.5 milyon. Herêma Tavila ya Darfûrê jî di nav de mîqdara alîkariya xurekê ya ku li hinek cihan tê belavkirin jî kêm bûye.
 
Geşedanên li Tengava Hurmuzê gefê li çandiniyê dixwe
 
WFP’ê diyar kir ku qeyrana li Sûdanê ne tenê bi şerê navxweyî ve sînordar e, astengiyên di bazirganiya herêmî û pêşketinên li Tengava Hurmuzê jî dikarin bandorek neyînî li ser bazara çandiniyê ya welat bikin. Rêxistinê, hişyarî da ku zêdebûna bihayê sotemenî û gubreyan, dikare demsala çandiniyê ya heyî bixe xeterê.
 
bazara çandiniyê ya Sûdanê, bi rêjeyeke mezin girêdayî gubreyên ku ji welatên Kendavê tên îtxalkirin e û pergalên avdanê yên li ser zeviyên çandiniyê yên berfireh tên bikaranîn jî bi pompeyên ku bi sotemeniyê dixebitin tên bikaranîn. Lewma tê payîn ku zêdebûna lêçûnên têketinê dibe ku lêçûnên hilberînê zêde bike û zexta aborî ya li ser cotkaran jî zêdetir bike.