Avakirina zîhniyetê
- 09:11 3 Nîsan 2026
- Jineolojî
"Abdullah Ocalan got ‘çawa Xwedê tuneye?’ Hêza ku di gerdûnê de hevsengiyê pêk tîne çiye? Ya vê dike vegera ol nîne; vê vedibêje: Ya xwe Xweda îfade dike enerjiya di gerdûnê de ye, ne şoreşa derveyî ya jî hundir e. Di gerdûnê de her hebûn potansiyela afrîneriyê ye. Potansiyela dibe guherînê enerjiyek bi heybet e."
Havîn Guneşer
Di sedsala 19’an de felsefe û zanistên beşerî îtîbar winda kirin. Li aliyekî nîqaşên metodolojîk li aliyê din pisgirêkên zîhniyeta nû encamên di veqetîna felsefe û zanistê de veşart. Vê di qada zanist û zanînê de exlaq tasfiye kir û lêgerîna heqîqetê wek pozîtîvîzm formule kir. Ketin bin xizmeta modernîteya demokratîk û netew-dewletê.
Abdullah Ocalan yekîtiya felsefe û zanistê ji nû ve datîne holê. Têkiliya zanist, exlaq û siyasetê ji nûve dike rojevê û nêzîkatiyên bi rêgez ên pratîk û teorî nîşan dide.
Max Horkheimer û Theodor Adorno di pirtûka ‘diyalektîka ronakbûnê’ dibêje ‘anîmîzmê ruh bexş kiriye;endustriyalîzm ruh dide alavan’. Bacon û Descarte tiştên kirine nikare bê efûkirin. Di salên 150’'î de li Ewropayê zindibûna di anîmîzmê de ev her du hêz ji holê radikir. Bêguman Bacon û Deskarte bi tena serê xwe ev nedikirin. Wek her tim desthilatdariyê jî piştgirî dida nêrînên ku ji bo fêdeya wan. Ji bo vê zindîbûnê ji holê rabikin, yekîtiya hêzê pêk anîn. Dêr û arîstokratan gotin rewabûn û hebûna wan dikin xetereyê. Li aliyê din jî qirkirina jinê ku wek nêçîra pîrebokan dihat binavkirin li Almanya, Swîsre, Fransa, Îngîlîstan û Îtalyayê pêk hatin û aliyê din jî serhildêrên gundan hatin teşhîrkirin.
Li Ewropayê hewcedariya kapîtalîstan bi ax, mînarel û materyalên bin erdê hebû. Kapîtalîst tevî nakokiyên dêr û feodalan, li ser berjewendiyên xwe pêşiya talanê vekirin. Operasyonên xwe giran kirin. Mirov tenê ji axê nehatin qutkirin. Di heman demê de ax bê ruh hat hiştin. Binpêkirin bê sînor kirin.
Francîs Baco xweza ji hebûnek zindî wêdetir ew wek alavekê îspat dikir. Xweza wek makînekê didît û rêbazên ceribandinê bi kar dianîn. Ji bo vê di hewldanek mezin de bû. Armanca wî ne tenê binpêkirin bû di heman demê de ev pîroz dikir.
Bacon îşkence tenê wek metaforekê bikar nedianî, di heman demê de zanist û teknolojî wek alavekê bikar dianîn. Bacon bi armanca parastina otorîteya dewletê îşkence rewa dikir û di vê esasê de têkoşîna li dijî serhildanên gundiyan ferz dikir. Di vê esasê de fikra Bacon a îşkence wek ‘çek’ bikaranînê, girêdayê kontrolkirina xweza û civakê bû.
Jason Hîckel dibêje ji fikrên Abdullah Ocalan bandor dibe û di vê mijarê de vê analîzê dike:Francîs Bacon li dijî serhildana gundiyan îşkenceyê wek çek dibîne û ev li dijî zanist û xwezayê jî wek çek dît. Gundiyan li dijî serdestiyê li berxwe didan, divê êdî zanistê ev bişkanda.”
Rene Descartes ê Fransî vê zîhniyetê gavekê pêşde dibe. Dibêje rihê sewal û nebatan tuneye û li gorî qanûnên mekanîk tevdigerin. Di hewldana îspatkirina ku ew alavên bê can in, de ye. Di salên 1600’î de bi hewldana kapîtalîst, dêr û arîstokratan ev li dijî civakên dayik-jin êrîşek aşkera bû. Ji bilî mirovan tu kes ne zindî bûn. Ev newekhevî di navbera mirovan de jî di alî zayendperestî, netewperestî, olperestî û nîjadperestiyê de xizmet dikir. Her çiqas ev bi demê re bên rizandin jî texrîbata di zîhniyetê de pêk hatibû, kapîtalîzm di vê rê de pêş ketibû.
Di dawiya salên 1700’î de Kant wiha dinivîse: Di alî yên ne mirov in de, raste rast tu peywira me tuneye. Ew ji bo hedefên heyî alav in. Hedefa esas jî mirov e.” Abdullah Ocalan wiha dibêje ‘Analîzên etîk ên Platon, Arîstotales, Kant û feylezofên din, piştgiriyek girîng dane teoriya dewletê.” (Abdullah Ocalan, sosyolojiya azadiyê)
Abdullah Ocalan deşîrasyonek mezin pêk tîne. Derdixe holê ku newekheviya kirde û nesneyê rê li ber çi vedike, ji çi re xizmetê dike û binpêkirinê belav û berfireh dike.
Ev hemû nîşan didin ku divê em dogmatîzmê bibezînin. Tenê divê em tercîha azad pêş bixînin. Mînakên Kobanê û Şengalê di vir de gelek girîng in. Dema em her tiştî dikin em ji xwe re oto sansurê pêk tînin; bi gotinên ‘Em vê bikin ew ê wisa bibe’, em nikarin derfetan piştguh bikin.
Abdullah Ocalan li dijî sê rêbazên hatine mayîndekirin rêbazek dişibe vê pêk tîne: Lîstikên îdeolojîk yek bi yek deşîfre kir û heqîqet kir şûna van. Li dijî tundiyê parastina cewherî esas girt û li dijî xespkirina aboriyê bi aboriya ekolojîk bersiv da. An jî wê civakê çawa bîhna xwe bigirta û aliyên exlaqî û polîtîk pêş bixista.
Bi binpêkirina Kurdan derket rê lê gihişt heqîqetek gerdûnî: Heqîqeta her kesî. Çîrokek bi mantiq pêşkêşî her kesî kir. Alternatîfeke dikare pêş bê pêşkêş kir.
Ji ber vê jî eleqeya aliyekî mezin ên hatine binpêkirin, li cîhanê pirsgirêkan dijîn dikşîne. Abdullah Ocalan dibêje ‘Di dema kapîtalîzmê de civaka exlaqî û polîtîk dema xwe ya herî zehmet dijî. Qirkirina civakê. Pergala piralî-qirkirin a kapîtalîzmê ye: Qirkirina jinê, qirkirina ekolojîk, qirkirina nîjadê, qirkirina civakê, qirkirina zanistê…”
Şoreşa heqîqetê û divê çawa bê jiyîn?
Abdullah Ocalan vê şoreşê wek ‘şoreşa heqîqetê’ pênase dike. Her wiha diyar kir ku şoreşa heqîqetê şoreşa terza jiyan û zîhniyetê ye. Dema modernîteya kapîtalîst jiyana takekesî û ‘her tim ez’ esas hatiye girtin û di vê modernîteyê de êdî li şûna ‘heqîqet çiye, ji ku dest pê dike li ku diqede’, ‘tu yê her tim xwe bifikirî’ derdikeve pêş. Li vê serdestiya li ser jinê zêde dibe û êdî bi pey heqîqetê ketin jî zehmet dibe. Ji ber mêr piştî ku jinê dike kola, ew jî dibe kole. Ev koletiya nava hev de derbas dibe, heqiqet jî piştperde kiriye. Wek Abdullah Ocalan gotiye ‘Bi pey heqîqetê ketin, hesabpirsîna ji neheqiyê jî bi xwe re tîne’ yanî giştîbûna teorîk û pratîk.
Di salên 1990’î de Abdullah Ocalan bi pirsa ‘divê çawa bê jiyîn’ eleqeder dike. Bi lêpirsînkirina malbatê ev tê destpêkirin. Dibe yek ji lingê girîng ya lêgerîna sosyalîzmê ya tevgera azadiyê.
‘Malbat’ astengiya herî esas a li pêş jiyanê ye ji ber ku malbat kopiya bav-mêr, dewlet û desthilatdariyê ye. Girîng e ji ber ji bo hemû qadên xizmetê çavkanî ye. Malbat neyê birêvebirin, keda jinê ya nayê dîtin tunebe, tiştek bi rê ve naçe. Ev ked li jinê tê ferzkirin, dema ev neyê kirin jî dayik, hevjîna nebaş e.
Ev rexneya Abdullah Ocalan ya li malbatê bandorek mezin kir. Rê û damarê hatibûn xitimandin hat ronîkirin. Abdullah Ocalan pir caran behsa veguherîna civakî kir. Modernîteya kapîtalîst li her derê cîhanê jinan dikşîne sînorên koletiyê. Di êrîşek mezin de ye. Li hember damezrînerê mezin ê felsefeya azadiyê Abdullah Ocalan êrîşan dike. Bi taybet êrîşê tevgera azadî û tevgera jinan dikin. Hewl tê dayîn ku qadên azadiyê bên tengkirin.
Malbat û têkiliya jin-mêr ku wek ‘qada taybet’ tê binavkirin berovajî vê, di serî de li hember jinan li dijî civakan desthilatdarî xwe teşe dikin. Wê demê para dikeve ser milê malbata ji nûve tê avakirinê çiye? Em a nû çawa dikarin biafirînin? Di serî de divê ev hemû ji nûve û bi hemû zelaliya xwe bê nîqaşkirinê. Divê em bi zelalî tiştên ku rexne dikin danîn holê û divê çi hebe li ku derê çi hewce ye em bi hev re parve bikin û bikin jiyanê. Abdullah Ocalan di sosyolojiya azadiyê de ev tiştên esas pêşkêş dike. Em kapasîteya xwe dernexin holê wê besiva jiyana azad jî dernekeve holê. Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk, nexşerêya esas a ji vê zîhniyetê xwe parastine.
Ev nivîs ji hejmara 35’an a mijara dosyaya ‘Sosyalîzma civaka demokratîk’ a kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.







