Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dê bên bibîranîn
- 11:24 15 Kanûn 2025
- Rojane
AMED - Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku di encama êrişeke bi SÎHA’yê de hatibûn qetilkirin dê bên bibîranîn.
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, di 19’ê Kanûna 2024’an de dema bûyerên li Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, ji hêla SÎHA’yên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) dê ji bo bîranîna Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê, di 19’ê Kanûnê de bernameya bîranînê li dar bixin. Bîranîn dê bi dirûşma “Li ser şopa Cîhan û Nazim” were lidarxistin.







