Ji bo gumanbarê Nîhat Kazanhan piştî salek û nîvan biryara bultena sor
- 19:23 18 Kanûn 2025
- Rojane
ENQERE - Wezareta Karê Hundir, biryara bultena sor a dadgehê ji bo girtina polîs Nûrbakî Goçmez ê ku Nîhat Kazanhan ê 12 salî qetil kiribû, piştî salek û nîvan cîbicî kir.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê di 14’ê Çileya 2025’an de Nîhat Kazanhan ji aliyê polîsê tîmê taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez ve hate qetilkirin. Wezareta Karên Hundir, piştî sal û nîvan biryara bultena sor a dadgehê ji bo girtina kujer Goçmez dabû cîbicî kir. 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê di 17’ê Çileya 2024’an de der barê faîl Goçmez ê ku cihê wî nediyar e de biryara bultena sor da. Rexmê biryara dadgehê Wezareta Karên Hundir bi hinceta “belgeyên kêm hene" biryara lêgerînê ya bi bultena sor nexistibû meriyetê.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uyslan Aslanê, têkildarê îdiaya “belgeyên kêm hene" ya wezaretê, ji Wezareta Kare Hindur pirsî. Pêşniyarpirsa ku Newroz Uysal Aslanê di 2’yê Gulanê de dabû, ji aliyê Wezîrê Karê Hundir Alî Yerlîkaya ve hat bersivandin. Wezareta ku pêşniyarpirs bersivand û diyar kir ku ji bo der barê Goçmez de biryara bultena sor bikeve meriyetê serlêdan ji bo Sekreteriya Giştî ya Înterpolê kirine û destnîşan kir ku di 26’ê Gulanê de biryara bultena sor hatiye weşandin.







