Êrişên li hemberî Leyla Zana hat şermezarkirin
- 15:53 22 Kanûn 2025
- Rojane
MÊRSÎN - TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Mêrsînê êrişên li hemberî siyasetmedar Leyla Zana şermezar kirin û gotin: "Êrişên nijadperest û zayendperest berhema hişmendiyeke ne. Em bang li saziyên peywendîdar dikin ku berpirsiyariya xwe bînin cih."
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi daxuyaniyekê êrişa zayendperest û nijadperest a li dijî Leyla Zana protesto kirin. Di daxuyaniyê de ku li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê hat dayîn, pankarta "Leyla Zana rûmeta me ye" hat vekirin û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana jinan" hat berzkirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş, di çalakiyê de axivî û got: "Navê Leyla Zana ne tenê navê siyasetmedarekê ye ji bo van axan; ew sembola lêgerîna gel a ji bo wekheviyê, têkoşîna jinan û îradeya aştiyê ye. Her heqaretek li wê tê kirin êrişeke eşkere ye li ser hebûna jinan di qada siyasî de û daxwaza gelê Kurd a ji bo çareseriyeke demokratîk e.
Serweriya hiqûqê ne tenê ji bo îro, lê di heman demê de ji bo ku zarokên me di welatekî demokratîktir û wekhevtir de bijîn jî girîng e. Divê stadyum cihên şahî, xwişk-biratî û heyecana hevpar bin, ne qadên ku mirov lê li dijî hev tên rawestin. Parastin û xurtkirina vê çandê berpirsiyariyeke dîrokî ye li ser milê me hemûyan, bi taybetî jî rêvebirên werzîşê. Em bi hêza rêxistinkirî ya aştî û xwişk-biratiyê li dijî neheqiya li Leyla Zana hatiye kirin radiwestin. Çi dibe bila bibe, em ê bi hev re pêşerojek ava bikin ku jin tê de azad bin, gelê Kurd bi rûmet bijî û nijadperestî bi dawî bibe"







