Gonul Karagoz: Li girtîgehan tecrîd didome

  • 09:06 26 Kanûn 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Yek ji berxwedêra Komkujiya Girtîgehê ya 19’ê Kanûnê Gonul Karagoz der barê Girtîgehên Tîpên Çal de axivî û da zanîn ku tecrîda li girtîgehan didome û wiha got: “Bi pergalên elektronîk tenêtî tê ferzkirin. Ev tê wateya bi zindî kuştin e. Zext û tehdîda êrişa zayendî ya li ser girtiyên jin jî hîn zêdetire.”
 
Operasyona bi navê ‘Vegera jiyanê’ ku dema serokwezîrê demî Bulent Ecevît de ku gotibû "Ji bo terorîst ji terora wan bên xilaskirin" di 19-22’yê Kanûna 2000’î de li 20 girtîgehên cuda yên welat pêk hat. Di operasyonê de 28 girtî û leşker, bi giştî 30 kesî jiyana xwe ji dest da. 19’ê Kanûnê di vî alî de ne tenê operaysonek bû nîşaneya pêkanîn tecrîd û binpêkirinên mafan ya li girtÎgehan. Niha pêkanînên tecrîda giran ya li girtîgehên Tîpa Çal tê meşandin jî wek berdewama êrişên berê ne. Bi van pêkanînan hewl tê dayîn girtî tenê bê hiştin û bi taybet jî zext û binpêkirinên mafan yên li ser girtiyên jin jî nîşan dide.
 
Gonul Karaguz ku yek ji mexdûra "Operasyona Vegera Jiyanê"  ya di 19’ê Kanûna 2000’î de pêk hat bû ji ajansa me re axivî.
 
Gonul Karagoz girtîgehên Tîpên Çal bibîr xist û got: “Li girtîgehan rêxistibûnek cidî ya dewletê heye. Li girtîgehên Tîpa Çal her tiştî bi elektronîkê dikin. Bi megafonê gazî gardiyan dikin. Raste rast nabin muxatab. Ji ber vê jî girtî bi tena serê xwe bimînin ev pirsgirêke cidiye. Bi tu awayî şansê xwestina alîkariyê nabîne. Ji ber vê jî ev tê wateya bi zindî kuştinê. Girtiyan ji 19’ê Kanûnê de li dijî vê berxwedanek mezin nîşan dan. Ji ber naxwazin tecrîda li girtîgehan veguhere tecrîda pir alî. Piştevanî û alîkarî pir baş bû. Lê dîsa jî bi tîpên F tecrîd xistin dewrê û hewl dan hêzan tune bikin.”
 
‘Tu şoreşger teslîm nebûn’
 
Gonul Karagaz destnîşan kir ku li girtîgehan li dijî îdeolojiya girtiyan êrişek mijara gotinê ye û ev tişt bi lêv kir: “Dixwestin şoreşgeran, tevgerê bi tecrîdê tune bikin. Di vî alî de serhildana me ya li dijî tîpên çal  jî ji bo parçekirina vê tecrîdê bû. Tu şoreşger teslîm nebûn. Bi awayekî berxwedan li cihekî şîn bû. Xwestin tîpên nû li hember şoreşgeran bikin jiyanê. Lê li dijî şoreşgeran bi ser nakevin.”
 
‘Li ser girtiyên jin zext pêk tê’
 
Gonul Karataş di berdewamiyê de da zanîn ku divê civak li dijî binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bi hestiyar tevbigerin, dengê xwe bilind bikin û got: “Girtiyên jin di her şertî de di bin zextan de ne. Hûn deng derbixin jî dewlet te wek jin dibîne. Wek parçeyek goşt dibîne. Wek şexs nayên dîtin. Ji ber vê divê jin serbilind bin. Li girtîgehan rewşa jinan hîn bêtir zehmete. Jin qels tên dîtin.”
 
‘Divê her kes xwe rêxistin bike’
 
Gonul Karagoz operasyonên vegera jiyanê jî bibîr xist û wiha dawî lê anî: “Ez 4  sal û nîvan girtî mam. 3 mehan di rojiya mirinê de mam. Niha gelek pirsgirêkên min yên cidî yê tenduristyê hene. 20 rojan di beşa giran de mam. 19’ê Kanûnê de ketin koxuşan. Gaz avêtin me. Gule reşandin. Êrişên mezin kirin. Êrişê odeyên jinan kirin. 4 saet û nîvan êriş kirin. Xwestin tune bikin. Dema gaz davêtin ne pêkan bû em li ber xwe bidin. Em birin hewadankê. Yek bi yek êrişê me kirin. Ji wê rojê de ye hîna êriş û tecrîd li girtîgehan heye. Divê li dijî vê her kes dengê xwe bilind bike û xwe rêxistin bike.”