Mekanîzmayên parastinê naxebitin: Pêşî li qetilkirina jinan tê vekirin

  • 09:08 27 Kanûn 2025
  • Rojane
Azîze Akolgu
 
ENQERE - Buse Uçer da zanîn ku gelek jin tevî biryara wan a parastinê heye jî tên qetilkirin û got: “Jin diçin qerekolan gilî dikin. Dozê vedikin. Hemû mekanîzmayan didin zorê lê piştre bi biryarên tên dayîn tên qetilkirin.”
 
Ji ber polîtîkayên desthilatdariyê tundiya li ser jinan roj bi roj mezin dibe û li gorî çeteleya ajansa e di meha mijarê de 23 jin ji aliyê mêrên nêzê xwe ve hatin qetilkirin. Mekanîzmayên ku jin serî lê didin jî bê bandor dimînin. Desthilatdariya mekanîzmayan pêk nayne hêzê dide gumanbar.
 
Ji Jinên Mala Gel Buse Uçer der barê mekanîzmayên jin serî lê didin de axivî.
 
Buse Uçer da zanîn ku jinên tundiyê dibînin serî li qerekolan didin û got: “Li qerekolan polîs giliyê jinan nagirin. Baro ji bo jin îfadeyên xwe bi parêzeran bidin piştgiriyê didin. Li qerekolan mekanîzma bi rêk û pêk nayê cih. Divê analîza rîskê bê kirin. Ger hewce bike divê jinan bişînin stargehan. Lê dişînin malê wan. Buroyên li dijî tundiya nav malê hene. ŞONÎM divê ji xwe bi qerekolan re di hevkariyê de be. Lê mixabin ev asta ewil a mekanîzmayan baş naxebite.”
 
Jinên destdirêjî lê tên kirin 32 saetan tên payîn
 
Buce Uçer da zanîn ku daxwazeke ji bo navendên krîzê ya destdirêjiyê heye û got: “Jinên destdirêjî lê tên kirin 24 saet ji bo wn girînge. Lê jinên 32 saetan tên sekinandin hene.  Îfadeyên jinan didigirin û dişînin. Dewlet jinan naparêze. Tedbîrannagirn. Gumanbaran digirin piştî demekê berdidin. Polîtîka bêcezahiştinê gelek girîng e. Peymana Stenbolê hat feshkirin. Me Peymana Stenbolê li kolanan diparast. Lê hat feshkirin. Tevî ku jin di nava malbatê de tên qetilkirin, çima sala malbatê hat îlanikrin? Jin herî zêde li malê tundiyê dibînin û tên qetilkirin.”
 
‘Jin tevî biryarên parastinê tên qetilkirin’
 
Buse Uçar balkişand ser jinên ku tevî biryara wan ya parastinê heye tên qetilkirin û wiha vegot: “Ev bi rastî rewşek trajîke. Jin dixwazin dest jê berdin û dozê ve bikin. Diçin qerekolan gilî dikin û parêzer dibînin dozê ve dikin. Hemû mekanîzmayan didin zorê lê piştre bi biryarên tên dayîn tên qetilkirin. Îsal ji butçeyê ji bo jinan rojane 51 kuruş hat veqetandin. Bi sê kuruşan jinan zêdetir xizan dikin û tînin rewşa ku nikarin dest ji mêran berdin. Wezareta malbatê jî saziyeke ku dijminahiya jinan diafirîne ye. Divê teqez bê girtin. Pergaleke rizyayî ya dijminê jin û zarokan heye. Lê jin li dijî her cureyê êrîşan têkoşîna xwe dimeşînin. Em bi rewşa xwe xemgîn nabin û li cihê xwe runandin. Em ê bi destkeftiyên xwe bigirin û hîn bêtir têbikoşin.”