Ber bi 8'ê Adarê ve: Em bi berxwedanê azad dibin
- 09:04 2 Adar 2026
- Rojane
Rozerin Gültekin
WAN - Jinên ku çalakiyên 8'ê Adarê bi dirûşmeya "Em bi berxwedanê civatek demokratîk ava dikin" li dar xistin, gotin, "8'ê Adarê ji pîrozbahiyekê wêdetir e; ew bîranînek, sozek û bangek ji bo têkoşînê ye. Bi berxwedanê em azadtir dibin û bi hev re civatek demokratîk ava dikin."
Jinan ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan Cîhanê li her deverê kampanya dane destpêkirin. Di demeke ku şîdeta li ser jinan, komkujî û zext zêde dibin û hewl tê dayîn ku têkoşîna jinan were tepeserkirin, jin bi xeteke berxwedanê ya hîn xurttir nêzî 8'ê Adarê dibin. Li Wanê, jin berxwedana xwe bi dirûşma "Em bi berxwedanê xwe azad dikin, civakek demokratîk ava dikin" birêxistin dikin.
Jinên ku ji mîkrofona me re axivîn, bang li jinan kirin ku beşdarî mîtînga ku ew ê di 8'ê Adarê de bê li darxistin bibin.
‘Em li dijî zîhniyeta serdest a mêran têdikoşin’
Seroka Komeleya Jinan a Star ya Wanê Şafak Erkmen Ozanli, got, “Ez 8'ê Adarê ya jinên Kurd ên li Rojava li ber xwe didin û jinên têkoşer ên li çaraliyê cîhanê pîroz dikim. Her roj sê jin tên kuştin; divê em têkoşîna jinan li dijî vê yekê mezin bikin. Dewletê êdî kuştina jinan rewa kiriye. Sûcdar dewlet bi xwe ye. Bi Pakêta Darazê ya 11'emîn re, mêrên di zindanan de hatin efûkirin û piştî tên berdan şeş jin di rojekê de hatin kuştin. Em ê têkoşîna jinan ne bi tenê, lê bi hemû jinan re bidomînin. Divê em li kolanan bin û bigihîjin hemû jinan. Dewlet bi rastî jî bi daxuyaniyên wekî, 'Divê jin li malê bimînin, qirkirina jinan rewa dike. Pêwîst e em jî li dijî vê rewakirinê têkoşînê bikin. Jin, bêyî ku ol, ziman û nijada xwe cuda bibînin, divê bi hev re li dijî zihniyeta serdest a mêran têkoşînê bikin. Em li benda hemû jinan in ku tevli mîtînga 8'ê Adarê bibin."
‘Dîroka jinan di heman demê de dîroka berxwedanê ye’
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fekej Babur, diyar kir ku wan bernameya 8'ê Adarê bi dirûşa "Em Bi Berxwedanê Azad Dibin, Civatek Demokratîk Ava Dikin" dane destpêkirin û dirûşmeya wan giyanê 8'ê Adarê bi awayê herî hêsan îfade dike. Felek Babur got, "Dîroka jinan di heman demê de dîroka berxwedanê ye. Li malê, li kar, li kolanê, di şer û aştiyê de; jin her tim hebûne û li dijî keda nedîtî, dengên tepeserkirî û mafên paşguhkirî têkoşîn kirine. Îro, dema ku em 8'ê Adarê pîroz dikin, em ne tenê rabirdûyê bi bîr tînin; em di heman demê de radigihînin ku em pêşerojê ava dikin. Ji bo me, berxwedan ne tenê dijberî ye; ew parastina wekheviyê, pêşvebirina edaletê û avakirina jiyaneke azad a bi hev re ye, Em bang li hemû jinan dikin ku tevli mîtînga 8'ê Adarê bibin."







