Ji TJA'yê vîdeoyek nû ya 8'ê Adarê
- 11:04 2 Adar 2026
- Rojane
AMED - TJA^yê vîdyoyek nû bi boneya 8' Adarê Roja Jinan a Cîhanê parve kir. Di posta xwe de, TJA'yê got, "Em dizanin ku heta jin azad nebin, tu civak nikare azad be."
Tevgera Jinên Azad (TJA) vîdyoyek bi dirûşma "Em bi berxwedanê xwe azad dikin, civatek demokratîk ava dikin" li ser medyaya dîjîtal bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê parve kir.
Vîdyoyê, ku çalakiyên jinan nîşan dide, wêneya porê honandî bi awayekî berbiçav nîşan dide. Posta TJA'yê vê daxuyaniyê dihewîne: "Em bi hêz, coş û heyecana ji bo azadî, aştî û civatek demokratîk ber bi qadên giştî yên 8'ê Adarê ve diçin. Em dizanin ku heta jin azad nebin, tu civak nikare azad be."







