Li Bazidê mîtînga 8'ê Adarê
- 13:04 2 Adar 2026
- Rojane
AGIRÎ - Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi şîara "Em bi berxwedanê xwe azad dikin, em civakek demokratîk ava dikin" mîtîngekê li dar dixe.
Di mîtînga ku li Parka Şaredariya Kevin tê lidarxistin de, tê payîn ku aktîvîstên TJA'yê Gultan Kişanak, Zekiye Îlbasan û Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Berîvan Bahçeci axaftinê bikin.
Hûrgiliyên din dê piştre werin dayîn…







