Li Mêrsîn û Antalyayê ji girtiyan re qert hat şandin
- 14:33 2 Adar 2026
- Rojane
MÊRSÎN / ANTALYA – Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de, kart ji bo girtiyên li Mersîn û Antalyayê hatin şandin.
Jin li gelek bajaran bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê xwepêşandan û çalakiyan li dar dixin.
Mêrsîn
Şaxa Mêrsînê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji bo şandina kartan a ji bo girtiyên jin ên di girtîgehê de çalakiyek li dar xist. Endama Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD'ê ya Mersînê, Nurgul Elveren di çalakiyê de axivî û daxwaza rakirina sînordarkirinên keyfî yên li ser mafên civakî, çandî û ragihandinê yên jinên girtî kir û got, "Divê gihîştina birêkûpêk û bi bandor a girtîgehan ji hêla mekanîzmayên çavdêriyê yên serbixwe ve were misoger kirin. Di hefteya 8'ê Adarê de, em hevgirtina xwe bi hemî jinên ku di girtîgehan de rastî binpêkirinên mafên mirovan tên re tekez dikin. Jin ne bi tenê ne. Têkoşîna li dijî binpêkirinên mafên mirovan dê berdewam bike."
Piştî amadekirina kartan, jin çûn postxaneyê û kartên ku nivîsandine şandin.
Antalya
Komeleya Hevgirtina Malbatên Girtiyan û Mehkûmên Antalyayê (Antalya TUAY-DER), di çarçoveya çalakiyên xwe yên ji bo Roja Jinan a Cîhanê ya 8'ê Adarê de, ji bo nîşandana hevgirtinê li PTT'ya Gullukê ya li navçeya Muratpaşa kart ji girtiyên jin ên li girtîgehên Tîpa L ya Manavgat û Tîpa S ya Alanyayê re şandin. Berî şandina kartan, li ber PTT'yê daxuyaniyek kurt hat dayîn. Pankartek bi nivîsa "Em ji bo azadiya girtiyên jin jiyanê ava dikin" hat nîşandan û Hulya Ayik, dayika Devrim Ayik, daxuyanî da.
Hulya Ayik got, "Her çend îro behsa aştî û civakeke demokratîk tê kirin jî, bêyî garantîkirina azadiya jinan, aştîyeke rastîn nayê nîqaşkirin. Civakeke demokratîk tenê li ser bingehek ku jin wekhev, azad û rêxistinkirî bin mimkun e. Heta hebûna jinan di qada siyasî de were tepeserkirin û azadiya wan a rêxistin û îfadeyê were sînordarkirin civakîbûna aştîyê ne mumkin e."
Piştî daxuyaniyê, jinan gelek caran dirûşmeyên wekî "Jin, jiyan, azadî", "Girtiyên jin rûmeta me ne" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.
Xwepêşandan bi şandina kartan a ji aliyê jinan ve bi rêya posteyê bi dawî bû.







