Ji girtiyan re fularên bi kezî hatin şandin

  • 15:07 2 Adar 2026
  • Rojane
WAN -Li Wanê, di bin serokatiya TUHAY-DER'ê  de, fularên  bi nexşên ji keziyan ji jinên girtî re hatin şandin û têkoşîna wan  hat silavkirin.
 
Li Wanê, di bin serokatiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY-DER) de, di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, şalên rengîn ên bi nexşên ji keziyên jinan ji jinên  girtî yên li girtîgehê re hatin şandin. Jinan li ber Postexaneya Navendî ya li navçeya Rêya Armûşê  kom bûn, pankartek bi nivîsa "Em ji bo azadiya jinên girtî jiyanê diçînin" vekirin û dowîzên bi nivîsa "Em bi porê xwe yê hûnandî  dîrokê ji nû ve dinivîsin" hilgirtin. Dirûşmeyên wekî "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka TUHAY-DER Rengin Karabulut ve hate xwendin.
 
 Rengîn Karbûlut diyar kir ku pêvajoya Civaka Demokratî û Aştiyane hîna bi awayekî şenber di jiyana jinan de bi cih nebûye û got," 
 
“Barış ve Demokratik Toplum” sürecinin hala kadınların yaşamında somut karşılık bulmadığına dikkat çeken Rengin Karabulut, “Zextên li dijî siyasetmedar, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan ên jin berdewam dikin; azadiya rêxistinbûn û derbirînê tê sînordarkirin û hebûna jinan di qada giştî de ji hêla darazê ve tê sînordarkirin. Pîvana herî bingehîn a aştî û demokratîkbûnê azadiya jinan e. Li cihê ku jin azad nebin, ne aştiya rastîn û ne jî civakek demokratîk dikare hebe. Em careke din dubare dikin: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye û divê tavilê bi dawî bibe. Divê pêkanînên darvekirinê yên cudakar li dijî jinên girtî werin bidawîkirin. Divê astengiyên li pêşiya mafê tenduristî, ragihandin û parastinê werin rakirin. Divê azadiya rêxistinbûn û derbirîna jinan were misogerkirin. Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re, em têkoşîna hemû jinên ku li hundir û derveyî girtîgehan li ber xwe didin silav dikin. Berxwedana bi rûmet a jinan misogeriya herî xurt a pêşerojek wekhev û azad e."
 
Piştî daxuyaniyê, jin çûn postexaneyê û dirûşme berz kirin.